EWROPA
Hemû Nûçe
-
Şehîd Kemal Erûh û Bahoz Zerdeşt Serhed li Zurîhê hatin bibîranîn
Şehîdên Azadiya Kurdistanê Kemal Erûh û Bahoz Zerdeşt Serhed li Zurîhê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Hunermendan manîfestoya Rêber Apo nirxandin
Hunermendên Kurdistanî yên li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev civiyan, Manîfestoya ku Rêber Apo pêşkêşî Kongreya 12’emîn a PKK’ê kir xwendin û nirxandin. Hunermendan wiha gotin, “Ev berhem wê meşa azadiyê ya gelê me mezin bike.” -
Dayika Şemiyê Emîne Ocak li Baselê hat bibîranîn
Dayika Şemiyê Emîne Ocak a ji bo aqûbeta kurê xwe Hasan Ocak hîn bibe bi salan têkoşîna edaletê meşand, li Baselê hat bibîranîn. -
Emîne Ocak li bajarên Ewropayê hat bibîranîn
Li sê bajarên Ewropayê ji bo sembola têkoşîna li dijî windakirinan Emîne Ocak çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. -
Li Parîsê Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn
Li Parîsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Pala Rêvan, Derwêş Kop, Bîşeng û Sara di salvegera şehadeta xwe de hatin bibîranîn. -
Li Lozanê helwesta hevpar: Dîrok erka hatina ba hev daye me!
Saziyên Kurd bi dirûşma "Me statuya Lozanê qebûl nekiriye û qebûl nakin" hatin ba hev, diyar kirin ku pêdivî bi pêşxistina stratejiyeke hevpar heye û gotin, Peyama Lozanê êdî ne derbasdar e." -
Danezana KNK’ê ya sala 102’an a Lozanê: Pêşeroja Kurdan wê bi stratejiyek hevbeş bê avakirin
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs di 102'emîn salvegera Peymana Lozanê de banga yekîtiya neteweyî li hemû partî, sazî û kesayetên Kurd kir û got, "Werin em hemû di konferanseke neteweyî de bibin yek û stratejiyeke hevbeş ava bikin." -
Li Mannehimê ji bo şehîdan şîn hate danîn
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê ji bo 5 gerîlayên şehîd şîn hate danîn. -
Meşa Lozanê destpê kir: Me Lozanê qebûl nekir û em ê qebûl nekin!
Kurdistanî û dostên wan ên ku di 102’emîn salvegera Peymana Lozanê de li hev civiyan, destnîşankirin ku statukoya Lozanê êdî hatiye derbaskirin û pêwîstî bi peymaneke nû heye. -
Mazlûm Ebdî bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kir
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî re hevdîtin kir. -
Rojnameya Naîz nameya 88 Xelatgirên Nobelê weşand
Rojanameya Naîz a ku li welatê Bask weşanê dike, nameya 88 Xelatgirên Nobelê ya ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd, bi raya giştî re parve kir. -
NAV-BEL’ê 102’emîn salvegera Lozanê protesto kir
NAV-BEL bi gotina: "Lozan ji bo gelê Kurd şer, asîmîlasyon û înkar e. Em ê li Lozana ku ev peyman lê hatiye îmzekirin bicivin” bang li Kurd û her kesî kir ku beşdarî çalakiya wê di 26’ê Tîrmehê de li Lozanê bê lidarxistin, bibin. -
Zubeyîr Aydar: Wateya statukoya Lozanê nemaye, em peymaneke nû dixwazin!
Zubeyîr Aydar, anî ziman ku Peymana Lozanê bi guherîna hevsengiyên li Rojhilata Navîn re êdî wateya wê nema ye, pêwîstî bi peymaneke nû heye û bang li hêzên Kurdistanî kir ku 26’ê Tîrmehê beşdarî meşa li Lozanê bibin. -
88 xelatgirên Nobelê bang kirin: Divê damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe
88 kesayetên ku xelata Nobelê wergirine nameyeke vekirî ji Serokkomarê Tirk Erdogan re nivîsîn û xwestin Rêber Apo azad bibe. -
Çalakiya li Cenevreyê di meha 55’an de ye: Em ê statukoya Lozanê parçe bikin
Çalakiya rûniştinê ya ku li Cenevreyê ji bo a azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dike, ket di meha 55’an de. Di çalakiyê de salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê hat protestokirin û li dijî polîtîkayên înkarê banga kombûna li dora Rêber Apo hat kirin. -
KCDK-E'yê ji bo meşa li Lozanê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E'yê ji bo meşa 26'ê Tîrmehê ya li Lozanê banga tevlîbûnê kir ku wê di salvegera 102'emîn a Peymana Lozanê de bê lidarxistin. -
Di salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê de gelê Kurd xwe ji bo meşê amade dike
Di salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê de gelê Kurdistanê û dostên wan xwe amade dikin ku 26’ê Tîrmehê li bajarê Lozan ê Swîsreyê peymanê şermezar bikin. -
TEV-ÇAND Ewropa Hozan Serhad bi bîr anî
TEV-ÇAND Ewropa hunermendê şoreşger şehîd Hozan Serhed bi bîr anî û got, “Şehîd Serhad riya azadî û welatparêziyê hilbijart. Bi huner û behermên xwe, bû têkoşerekî nimûne. -
Rêxistinên hiqûqî ji bo “Mafê Hêviyê” serî li Konseya Ewropayê dan
Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî TLSP, ELDH, MAF-DAD û LLG di çarçoveya rêgeza 9/2 de mafê hêviyê bi bandor were bikaranîn nêrînên xwe yê hiqûqî pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin. -
Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj: Em ber bi azadiyê ve bimeşin!
‘Meşa Dirêj’ a ku her sal ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin, îsal wê bi dirûşmeya “Meşa Azadî û Demokrasiyê”di 9-13’ê Îlonê de li eyaleta Bakurê Ren Vestfalya ya Elmanyayê were lidarxistin. -
Karamûs: Pêvajoya nû divê bi yekîtiya neteweyî bê tacîdarkirin
Hevserokê KNK’ê Karamûs diyar kir ku gelê Kurd zêdeyî sed sal in bi zexta bêstatu û herêmî re rû bi rû ne û got, “Gelê Kurd ku berpirsyariyeke xwe ya dîrokî heye, tenê bi xwedîderketina li yekîtiya xwe ya neteweyî dikare paşeroja xwe ewle bike.” -
Cûma Tak: Şehîdên me pêşengên têkoşîna me ne
Siyasetmedar Cûma Tak diyar kir ku şehîdan rê li ber roja îro vekiriye û bal kişand ser girîngiya pêngava Rêber Apo ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk. -
Li Klotenê pîrozbahiya Şoreşa Rojava
Di pîrozbahiya li bajarê Kloten ê Swîsreyê de nûnerên ji çar parçeyên Kurdistanê îşaret bi girîngiya Şoreşa Rojava kirin û banga yekîtiyê kirin. -
Li bajarên Swîsreyê 4 şehîdên HPG û QSD'ê hatin bibîranîn
Li bajêrên Cenevre û Rapperswilê yên Swîsreyê, 4 şehîdên HPG û QSD’ê hatin bibîranîn. Axaftvanên bîranînê bal kişandin ser berdêlen mezin ên ji bo têkoşîna azadiyê hatine dayîn û gotin ku mîrateyê şehîdan wê bi sazkirina rêxistinbûnê were berdevam kirin. -
Li Kolnê polîsan êrîşî bîranîna Komkujiya Pirsûsê kir
Polîsên Elman êrîşî çalakiya bîranê ya bi boneya salvegera Komkujiya Pirsûsê hat li dar xistin kir. Di êrîşa polîsan de endamê AGÎF’ê bi êşkenceyê hat binçavkirin.