Doza Muhammet Îlhan Aslan li Kielê dest pê dike

Doza aktîvîstê Kurd Muhammet Îlhan ku di Çileya 2025’an de li Kielê di dema çalakiyekê de rastî êrîşê hat û birîndar bû di 15’ê Îlonê de dest pê dike.

Li bajarê Kielê yê Elmanyayê di 25’ê Çileya 2025’an de di çalakiya ku ji bo bîranîna 10’emîn salvegera azadiya Kobanê hatibû lidarxistin de sempatîzanên DAÎŞ’ê êrîş kiribûn. Di êrîşa bi kêran de, yek ji birîndaran aktîvîstê ciwan ê Kurd Muhammet Îlhan Aslan bû. Her çiqasî meh di ser re derbas bûne jî, birînên Aslan hê jî nehatine qenckirin.

Aslan ê ku di heman demê de piştgiriya derûnî jî digire sê sal in li Kielê dijî û ji bo parastin û zindîkirina çanda Kurdî, huner û baweriyê têkoşîneke çalak dimeşîne. Her wisa tê ragihandin ku parêzerê polîsan di mehên dawî de gelek caran Aslan aciz kiriye.

Di 15’ê Îlonê 2025’an de, yekemîn danişîna dozê ya têkildarî êrîşê dê bê dîtin. Ev dîrok wê destpêka pêvajoyeke dadweriyê ya dirêj be ku bi giştî 21 danişîn dê pêk werin. Civaka Kurd a li Kielê dijî û hevalên wan, bang kirin ku di vê dozê de Aslan bi tenê neyê hiştin.