Li ber parlamentê bi sedan kes li hev kom bûn û pankartên bi nivîsa "Li dijî qirkirinê me, piştgiriyê didim Palestine Action' meşiyan.
Yek ji kesên hatin binçavkirin xwepêşandêreke bi navê Nigel a 62 salî bû. Polîsan diyar kirin ku hin ji beşdaran êrîş birine ser karmendan, sixêf kirine û alavên cuda avêtine polîsan û ragihandin ku zêdeyî 25 kes ji ber tundiyê hatin binçavkirin.
Di xwepêşandanê de zêdeyî 2.500 polîs hatin wezîfedarkirin. Meşa ku heman rojê ji bo piştgiriya Fîlîstînê pêk hat, zêdeyî 20 hezar kes beşdar bûn û bûyereke cidî lê neqewimî. Lê belê di mîtîngeke din de ya koma 'Defend Our Juries' lidar xist, tansiyon bilind bû.
Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan, derhêner Ken Loach û nivîskar Sally Roones qedexekirina 'Palestine Action' weke helwesteke 'zêde gavî' pênase kirin. Ji damezrînerên tevgerê Huda Ammori li hemberî qedexeyê doz vekir û tê payin ku doz meha Mijdarê destpê bike.
Li Îngilistanê li hemberî êrîşen Îsraîlê yên li ser Xezeyê ku piştî êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmeha 2023'an destpê kir, xwepêşandanên alîgiriya Fîlîstînê têne lidarxistin. Ji Tîrmehê û vir ve zêdeyî 800 kes bi hinceta ku piştgirî dane rêxistina qedexekirî hatin binçavkirin û hin ji wan bi daxwaza cezayê girtîgehê yê heta 14 salan têne darizandin.