Li Bremenê paradîgmaya Rêber Apo û mafê hêviyê hat nîqaşkirin
Li Bremenê di çaroveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û mafê hêviyê de civîna gel hat lidarxistin. Di civînê paradîgmaya Rêber Apo û mafê hêviyê hat nîqaşkirin.
Li Bremenê di çaroveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û mafê hêviyê de civîna gel hat lidarxistin. Di civînê paradîgmaya Rêber Apo û mafê hêviyê hat nîqaşkirin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û mafê hêviyê de civîna gel hate lidarxistin. Civîn bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîka Kurd (DKTM) û Meclîsa Jinê ya Sêvê li Mala Cemê hat lidarxistin. Siyasetmedar Fatma Kurtulan û Faysal Sariyildiz beşdarî civînê bûn. Civîn bi rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Di civînê de Hevserokê DTKM’ê Mûrat Riha axivî. Mûrat Riha diyar kir ku em pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo daye destpêkirin di nava civakê de nîqaş dikin û got: “Em weke DTKM dixwazin vê pêvajoyê bi hemû dînamîkên civakê re nîqaş bikin. Bi vê boneyê em civînên gel li dar dixin.”
Di civînê de siyasetmedar Fatma Kurtulan jî axivî û wiha got: “Em di demên dîrokî de derbas dibin. Em dem bi dem demên xemgîn derbas dikin, lê em bi Rêber Apo bawerin. Heta ti gavên şênber ji aliyê dewleta Tirk ve nehatine avêtin. Tenê komîsyonek hatiye avakirin. Dema em tevlî civînan dibin pirsa, ‘Baweriya we heye?’Lê divê em nekevin vê şaşiyê: ‘Her tişt hate axaftin, êdî temam e’. Divê em bi her awayî rêxistinbûna xwe xurt bikin. Ji bo ku ev pêvajo hîn bêhtir bê qebûlkirin divê mafê hêviyê bê pêkanîn. Gavên bi hêz a aliyê Tirkiyeyê tenê bi vî awayî mimkun e. Şertên Îmraliyê yên Rêber Apo divê bi lezgînî bên rakirin, divê bi gelê xwe û rêxistina xwe re bicive. Wekî muzakerevanê sereke, divê hem tevgera xwe hem jî tiştên ku dixwaze bike bi raya giştî re parve bike.”
Di civînê de Faysal Sariyildiz jî axivî û got: “Dermanê aştiya cîhanê paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan e.”
Civîna gel bi pirs û bersivan bi dawî bû.