Komîsyona Ewropayê wê piştgiriya malî ya ji bo Îsraîlê qut bike

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen li Parlamenta Ewropayê axivî û gavên nû yên li hemberî Îsraîlê eşkere kir.

Von der Leyen ku ji ber zexta şerê li Xezeyê di bin zexta gelek welatên Ewropayê de ye, ragihand ku piştgiriya malî ya bi yekalî Yekîtiya Ewropa dide dewleta Îsraîlê bi temamî bê rawstandin, tenê fonên saziya civakî ya sivîl û Bîrdariya Yad Vashem wê bê dewamkirin.

Von der Leyen işaret bi birçîbûna sivîlên li Xezeyê kir û got, "Xela ku bi destê mirovan tê afirandin, bi ti awayî nabe ku bibe amûreke şer." Neteweyên Yekbûyî di 22'ê Tebaxê de ragihandibû ku li hin herêmên Xezeyê xela heye. Îsraîlê jî ev yek red kiribû.

Seroka komîsyonê diyar kir ku gotinên radîkal ên li nava hikumeta Îsraîlê û zextên aboriyê yên li ser Rêveberiya Fîlîstînî çareseriya bi du dewletan lawaz kiriye.