BI DÎMEN

Şehîdên Îlonê li Lozanê hatin bibîranîn

Gerîlayên ku di demên cûda yên Têkoşîna Azadiya Kurd de di meha Îlonê de şehîd bûne, li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi çalakiyekî hatin bîranîn.

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê şehîdên meha Îlonê ku di di demên cûda yên Têkoşîna Azadiya Kurd de şehîd bûne, bi çalakiyekî hatin bîranîn.  Di bîranînê de Baz Azad Pîro (Abdurrahman Aksal), Umran Kaya (Mazlum Batman), Zulfiye Binbir (Rojna Egîd), Rewşen Amed (Ummu Cihat Atlı), û Berîvan Onal (Ararat Zerzan) ku di salên cûda yên meha Îlonê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, hatin bîranîn.

Bîranîna ji hêla Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAV) ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê (CDK-Losanne) hate organîzekirin û malbatên şehîdên ku li Lozanê dijîn, nûnerên KOMAV û niştecihên Kurd beşdar bûn.

Çalakî bi deqeyekî rêzgirtinê ji bo şehîdan dest pê kir. Piştî vê yekê Mûsa Îtah, hevserokê CDK ya Lozanê, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, “Em berpirsiyar in ku mîrateya şehîdên xwe zindî bihêlin. Têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê ku wan canê xwe ji bo wê feda kirin nexşerêya gelê me ye.”

Berdevkê KOMAVê Mustafa Karahan diyar kir ku têkoşîna şehîdan di meşa hevpar a gel a ji bo azadiyê de cihekî dîrokî digire û got: “Fedakariyên wan rêya berxwedanê nîşanî me dide. Her şehîdek vîna gelê Kurd a ji bo azadiyê temsîl dike.”

Malbatên şehîdan di axaftinên xwe de têkoşîna şehîdên Kurdistanê silav kirin û anîn ziman ku fedakariyên ji bo azadiya gel hatine kirin dê vala neçe.

Di bîranînê de siyasetmedara Kurd Ruşen Tutku li ser pêvajoya siyasî ya heyî şîrove kir. Ruşen Tutku, bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên dagirkirin û komkujiyê yên li ser Rojava û ev tişt got: “Faşîzma dewleta Tirk ji bo tepisandina destketiyên gelê Kurd li her qadê êrîşên xwe zêde dike. Lê belê gelê me bi banga dîrokî ya Rêber Apo rabû ser piyan û rêya azadiyê vekir. Gelê me dê li ser şopa vê bangê berxwedanê mezin bike û ber bi azadiyê ve bimeşe.”

Bîranîn bi sînevîzyonek ku dîmenên ji jiyana şehîdan a têkoşînê nîşan dida berdewam kir. Pişte hunermendên Tev-Çandê derketin ser dikê. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.