Li Hamburgê doza du aktîvîstên Kurd destpê kir
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê doza aktîvîstên Kurd Nîhat A. (63) û Egît U. (64) destpê kir.
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê doza aktîvîstên Kurd Nîhat A. (63) û Egît U. (64) destpê kir.
Her du aktîvîst bi vê yekê tên sûcdarkirin ku li eyaleta Schleswig-Holstein li ser navê PKK’ê xebat dimeşînin. Nîhat A. ji sala 2021’an ve girtî ye.
Rûniştina ewilî bi tevlîbûneke berfireh tê şopandin, li cihê ketina salonê Nîhat A. bi çepikan hate pêşwazîkirin.
Dadgehê piştî tespîta nasnameyê îdîaname xwend û rûniştin taloqî 17’ê Îlonê kir.
Dîroka gelek rûniştinên ku wê di mehên Mijdar û Kanûnê de dewam bikin, hate diyarkirin.
Beriya rûniştinê “Koma Xebatê ya Azadî Ji bo Nîhat” li ber dadgehê mîtîng lidar xist û polîtîkaya krîmînalîzasyonê ya dewleta Elman a li dijî aktîvîstên protesto kir.
Nûnerên Fona Hiqûqê ya Azadî destnîşan kir ku doz piranî li ser fealiyetên siyasî ne, têkildarî sûcên şexsî nînin.
Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku tevî ku PKK’ê xwe fesix kir û çek jî şewitandin, li Elmanyayê zext didomin û hate gotin, derbarê siyasetmedar Yuksel Koç û aktîvîstên din jî dozên heman dewam dikin.
Azadî daxwaz kir ku qedexeya li ser PKK’ê were rakirin, dozên §129b bên bidawîkirin û PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê were derxistin.