FEDA/DAKB: Mejiyê 12'ê Îlonê hîn jî zindî ye

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) bi wesîleya salvegera darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku darbe bi zext û êşkenceya li ser karkeran, şoreşgeran, demokratan, bi taybetî jî li Kurdan û Elewiyan di hişê mirovan de bi cih bû.

Her wiha hate bibîrxistin ku di pêvajoya 12'ê Îlonê de bi deh hezaran kes hatin binçavkirin, gelek mirov hatin darvekirin, êşkence hate kirin, koçberiya bi zorê hate ferzkirin û bi vî rengî berdêlên giran hate dayin. Hate destnîşankirin ku li hemberî baweriya Elewiyan jî zext û zordarî hate kirin, li gundan bi zorê mizgeft hatin avakirin, bi dersên olî yên ji neçarî polîtîkaya asîmîlasyonê hate meşandin.

FEDA û DAKB'ê diyar kir ku 'mejiyê yekperest' ku mîrateya darbeyê ye hîn jî dewam dike û tayînkirina qeyûman, înkarkirina cemxaneyan weke îbaretxaneyê û qedexekirina Kurdî ya li qada cemaweriyê weke nîşaneya vê yekê destnîşan kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev hemû nîşan didin ku mejiyê 12'ê Îlonê hîn jî zindî ye."

Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo hate kirin û hate got, "Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo gelan hemûyan, baweriyan û ji bo Elewiyan rêya jiyana wekhev û azad nîşan dide. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo avakirina aştî, xwişk-biratî û demokrasiyê dewam bikin. Ji ber ku em zanin azadî wê li nava jiyaneke civakî ya bi daxwaza mirovan hatiye avakirin, aştî jî li nava pergaleke ji azadiya ziman, nasname û baweriya gelan dikare pêk were."