Bloka çep di hilbijartinên Norwêcê de bi ser ket: Du parlamenterên Kurd dîsa ketin parlamentoyê

Bloka çep a di bin serokatiya Serokwezîr Jonas Gahr Støre yê Partiya Karkeran de ket hilbijartinên giştî yên 2025’an ên Norwêcê, bi ser ket. Seher Aydar ji Partiya Sor û Manî Huseynî ji Partiya Karkeran dîsa wekî parlamenter hatin hilbijartin.

Li Norwêcê zêdetirî 4 milyon hilbijêr ji bo hilbijartinên giştî yên 2025’an çûn ser sindoqan. Di hilbijartinên ku duh pêk hat de Partiya Karkeran a di bin serokatiya Serokwezîr Jonas Gahr Støre kete hilbijartinê bû yekemîn. 

Li Norwêcê ya ku nifûsa wê 5.6 milyon e, zêdetirî 4 milyon hilbijêr ji bo hilbijartina 169 endamên meclis neteweyî ya Stortingê çûn ser sindoqan. Li gorî encamên destpêkê Partiya Karkeran 28.1 deng wergirt. Hevpeymaniya çep-navendî ya ji Partiya Karkeran, Partiya Sor (R), Partiya Çep a Sosyalîst (SV), Kesk (MDG) û Partiya Navendê (SP) 88 kursî bi dest xistin.

Hevpeymaniya çep-navendî ya di bin serokatiya Partiya Karkeran ku 98 sal in di hilbijartinan de dibe yekem, ji 169 kursiyan benda 85 kursiyan derbas nekir. Hevpeymaniya rast-navendî ya bi pêşengiya Partiya Pêşveçûnê (FrP) ya muxalefetê û Partiya Muhafezekar (H) 81 kursî bi dest xistin.

Li gorî encamên destpêkê, Partiya Pêşveçûnê ji sedî 24,2 dengan girt û bû duyemîn. Partiya Muhafezekar ji sedî 14,5 dengan girt bû bû sêyemîn. Partiya Navendê ji sedî 5,8, Partiya Çep a Sosyalîst ji sedî 5,4, Partiya Sor ji sedî 5,3, Partiya Keskan ji sedî 4,5, Partiya Demokrat a Xiristiyan ji sedî 4,3 û Partiya Lîberal ji sedî 3,6 deng wergirt.

PIŞTGIRIYA PATIYÊN BIÇÛK KRÎTÎK E

Hat destnîşankirin ku hikûmeta kêmanî ya di bin serokatiya Serokwezîr Støre  de ye, ji bo desthilatdariya xwe bidomîne pêdiviya wê bi piştgiriya partiyên biçûk heye. Tê payîn ku Partiya Karkeran bi pirsgirêkên zehmet ên wekî zêdebûna bacê ya ji bo dewlemendan, lêgerîna petrolê û fona 2 trîlyon dolar a Norwêcê ji bo razameniya Îsraîlê pêşkêş kiriye re  rû bi rû bimîne.

Di dema pêvajoya hilbijartinê de, bi mijarên siyaseta navxweyî yên wekî enflasyon, tenduristî, perwerde, edaletê re, gefên bacê yên DYE’yê, şerê Xezeyê û şerê Rûsya-Ukraynayê, rojevên sereke yên derketin pêş bûn.

Hikûmeta Partiya Karkeran a Norwêcê ya ku di sala 2021’an de dest bi peywirê kir, di meha Çileyê de Partiya Navendî ku xwe ji koalîsyonê vekişand bi krîzekê re rû bi rû ma. Ji ber ku kikûmetê polîtîkayên enerjiyê yên YE’yê qebûl kir, rê li ber aloziyên siyasî vekiribû.

Partiya Karkeran piştî serketina wê di hilbijartinê de, tê payîn ku di demek nêzîk de dest bi hevdîtinên ji bo koalîsyonê bike. Jonas Gahr Støre hîn jî peywira serokwezîriyê dimeşîne.

DU KURD DÎSA KETIN PARLAMENTOYÊ

Di hilbijartinan de du namzetên Kurd ji nû ve hatin hilbijartin û ketin parlamentoyê. Seher Aydar ji Partiya Sor û Manî Huseynî ji Partiya Karkeran dîsa wekî parlamenter hatin hilbijartin.