Li Berlînê doza aktîvîstê Kurd Mehmet Karaca destpê kir
Rûniştina sereke ya doza ku derbarê aktîvîstê Kurd Mehmet Karaca bi îdîaya endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatî vekirin, îro li Dadgeha Herêmê ya Bilind a Berlînê pêk hat.
Rûniştina sereke ya doza ku derbarê aktîvîstê Kurd Mehmet Karaca bi îdîaya endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatî vekirin, îro li Dadgeha Herêmê ya Bilind a Berlînê pêk hat.
Di îdîanameya ji aliyê Dozgeriya Federal ve hatî amadekirin de, tê îdîakirin ku Karaca ji sala 2014’an heya girtîbûna xwe ya Mijdara 2024’an endamê PKK’ê ye.
Dozgerî di vê çarçoveyê de Karaca bi “endamtiya rêxistina terorê” sûcdar dike.
Karaca yê li Girtîgeha Moabît a Berlînê tê ragirtin, bi parêzerê xwe Lukas Theune re li rûniştinê amade bû.
Gelek Kurdistaniyan bi armanca piştevaniyê, dadgeh şopand. Di rûniştinê de îdîanameya dozgeriyê hate xwendin. Karaca û parêzerê wî Theune diyar kirin ku ew ê di rûniştinên pêş de têkildarî îdîanameyê parastina xwe bikin. Doz wê sibe dewam bike.
Dadgeh di nava sala 2025’an de wê di van deman de dewam bike: 12’ê Îlonê; 6, 7, 13, 14, 27 û 28’ê Cotmehê; 3, 4, 10, 11, 17, 18, 24 û 25’ê Mijdarê.
Rûniştin wê li navnîşana Elßholzstraße 30-33 a Dadgeha Cezayê ya Berlînê pêk bên. Hate diyarkirin ku dibe di dîrokên rûniştinê de guhertin çêbibin.