Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê bi beşdariya Şêx Murşîd Xeznewî civîneke gel ya berfireh hate lidarxistin. Civîn li tesîsên şaredariyê yên li herêma 13’an ya Marsîlyayê pêk hat û gelek Kurdistaniyên ku li bajêr û parêzgehên derdorê dijîn beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Şoreşa Rojava û hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Şêx Murşîd Xeznewî di axaftina xwe de qala pênaseya pirsgirêka Kurd kir û got ku ev pirsgirêk ne meseleyeke olî û bawerî ye, ne jî meseleyeke eşîrî an jî malbatî ye. Xeznewî anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke neteweyî ye û divê di çarçoveya mafê neteweyan ê diyarkirina çarenûsê de were çareserkirin.
Xeznewî bi bîr xist ku piştî Komkujiya Qamişloyê ya sala 2004’an û dû re kuştina bavê wî Şêx Maşuq Xeznewî ew neçar ma ku koçî Ewropayê bike, lê bi saya Şoreşa Rojava piştî 20 salan careke din karîbû vegere axa Kurdistanê. Bi domdarî Xeznewî got: “Rojava bi xwîna bi deh hezaran ciwan û keçên Kurd hatiye avdan. Îro bi fedakariya wan Rojavayeke azad heye.”
XEYALA EHMEDÊ XANÎ LI ROJAVA PÊK HAT
Şêx Murşîd Xeznewî anî ziman ku xeyala yekîtiya Kurdan a ku Ehmedê Xanî bi sedsalan berê xeyal kiribû îro li Rojava bi awayekî şênber bi cih tê û got: “Îro hevbendiya ku li Rojava hatiye avakirin ne tenê ji bo kesên li wir dijîn lê ji bo hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê jî bûye ronahiya hêviyê. Ev ruhê yekîtiyê êdî li her derê tê hîskirin.”
Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Mele Şevket jî di civînê de axivî û diyar kir ku ji damezrandina Komarê ve li dijî Kurdan polîtîkayên pişavtin û koçberiyê yên pergalî hatine meşandin.