Di cihên destpêkirina ‘Meşa Dirêj’ de guherîn çêbûn
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst wê îsal jî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya xwe ya ‘’Meşa Dirêj’’ li dar bixin.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst wê îsal jî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya xwe ya ‘’Meşa Dirêj’’ li dar bixin.
Çalakiya ku her sal tê lidarxistin, vê carê wê bi dirûşmeya; ‘’Meşa Azadî û Demokrasiyê’’ li eyaleta Ren-Vestfalyaya Bakur a Elmanyayê were lidarxistin. Li gel Elmanyayê tê payîn ku ji Fransa, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê jî gelek ciwan beşdarî meşê bibin.
Komîteya Amadekar, 7’ê Îlonê roja Yekşemê di daxuyaniya xwe de xalên destpêkirina meşê îlan kiribû. Îro li gel daxuyaniyeke nû hate eşkerekirin ku hin guhertin hatine kirin.
Meşvan wê 9’ê Îlonê di navbera saetên 15.00- 17.00’an de li ser maseya ku wê li Navenda Civaka Demakratîk a Kurd a Kolnê were danîn, qeyda xwe çêbikin û beşdarî meşê bibin. Komîteyê da zanîn dibe ku navnîşanên kombûnê di saetên pêş de jî werin guherîn.
Bername bi vî awayî hate nûkirin:
09.09.2025 / 15.00 – 17.00 → Kombun û xwetomarkirin
- Zehntstraße 11, 51065 Koln-Mulheim
*
10.09.2025 / 09.00 → Roja 1’emîn, destpêka meşê
- Wiener Platz, Mulheim, Koln
*
11.09.2025 / 09.00 → Roja 2’yemîn
- Friedrich-Ebert-Straße 34-38, 40210 Dusseldorf
*
12.09.2025 / 09.00 → Roja 3’yemîn
- Katharinenstraße 14, 44137 Dortmund
*
13.09.2025 / 10.00 → Festîvala Çanda Kurdistanê
- Remydamm / Victor-Toyka-Str. 44139 Dortmund (Parkplatz E1/E2)