KNK’ê bang li Konseya Ewropayê kir: Ji bo Mafê hêviyê biryar bide!
KNK’ê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) kir ku di dosyaya ‘mafê hêviyê’ de ji bo Rêber Apo biryarê bide.
KNK’ê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) kir ku di dosyaya ‘mafê hêviyê’ de ji bo Rêber Apo biryarê bide.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û nûnerên wê, ji dawiya meha Tebaxê û destpêka Îlonê û vir ve, bi sedan name ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û nûnerên daîmî yên dewletên endam re şand û diyar kir ku Komîteya Wezîran divê êdî di dosyaya “mafê hêviyê” de biryarekê bide.
Gelek sendîka û partiyan piştgirî dan hewldanên KNK’ê.
Van rêxistinan destnîşankirin ku li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî yê li hemberî Rêber Apo weke binpêkirina Xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê pênase dike, ji dewleta Tirk xwestin ku sererastkirinên qanûnî bike.
KNK û rêxistinên ku piştgirî didin, bang li Komîteya Wezîran kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne û zextê li hikûmeta Tirk bike ku biryara DMME’yê pêk bînin.
KNK’ê destnîşan kir ku biryar wê yekser bandorê li pêvajoya veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê bike.
KNK’ê diyar kir ku hikûmeta Tirk sala borî bi “Plana Çalakiyê” ya pêşkêş kirî ragihand ku ew ê ji bo Rêber Apo û girtiyên din ên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hatine birîn “mafê hêviyê” nas nekin. KNK’ê destnîşan kir ku ev yek di aliyê nerênî de bandorê li pêvajoyê dike.
KNK’ê bal kişand ser gavên ku Rêber Apo li Îmraliyê di bin şert û mercên giran de ji bo aştiyê avêtine.
Di nameyên hatine şandin de hate destnîşankirin ku PKK’ê bi dawî anîna têkoşîna xwe ya çekdarî gaveke dîrokî avêt, Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muxatabê sereke ye.
Di daxuyaniya KNK’ê de hate bilêvkirin ku muxatabê sereke yê pêşketina aştiyê û li qada navneteweyî nûnerê naskirî yê gelê Kurd Rêber Apo ye û bang li Komîteya Wezîran a KE’yê hate kirin ku ji bo pêvajo bi aştiyê encam bibe, bi rola xwe rabe.