Li Aschaffenburgê bîranîna şehîdan

Ji fermandarên pêşeng Nûreddîn Sofî û Koçero Ûrfa, gerîlayê HPG'ê Bahtiryar Gabar li bajarê Aschaffenburg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Li bajarê Aschaffenburg ê Elmanyayê, fermandarên pêşeng ên gerîla Nureddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar ku di êrîşên artêşa Tirk de şehîd bûn, bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û Komeleya Malbatên Şehîdan pêk hat û bi dehan kes tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê, bi navê saziyan axaftin hate kirin.

Di axaftinan de hate ragihandin ku wê li ser şopa şehîdan têkoşînê dewam bikin. Piştre sînevîzyonek hate nîşandan. Çalakî bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo' û 'Şehîd namirin' bi dawî bû.