Gelê Kurd di tevahiya dîrokê de li dijî înkar û îmhayê bi çand, ziman, huner û berxwedana xwe li ser lingan maye. Çand ji bo vî gelî ne tenê mîrateyek e; yek ji damarên herî bi kok a têkoşîna azadiyê ye. Ji ber vê yekê Mihrîcana Çanda Neteweyî ya Kurd ne tenê şahiyek e; qada herî mezin a xwedîderketina li Rêbertî û pêşeroja azad e. Mihrîcana ku cara ewil di sala 1992’an de li Stadyuma Ruhr a bajarê Bochum a Elmanyayê hate lidarxistin îro gihîştiye sala xwe ya 33’emîn.
33 sal in ev mihrîcan ji bo bi sed hezaran welatparêzên Kurd ên li Ewropayê dijîn û gelên dost bûye qada hevgirtinê, vîna xwe bi dengekî bilind nîşan dide û azadiya xwe bi çandê re digihîne hev û veguheriye kevneşopiyeke berxwedanê ya bi heybet. Agirê ku li Bochumê hate vêxistin, îro li Dortmundê bi vîna bi mîlyonan kesan mezin dibe.
JI ÇANDÊ HETA SIYASETÊ, JI GOVENDÊ HETA BERXWEDANÊ
Ji bo gelê Kurd, mihrîcan ne tenê ji stran û govendan pêk tê. Di wan govendan de rengên qedexekirî bi azadî diherikin di stranan de zimanê ku bi salan hewl dane bêdeng bikin dîsa zindî dibe. Her dirûşme, her axaftin, gotina gelê me ya “Em hene û em ê ti carî dev ji azadiya xwe bernedin” li cîhanê ragihandiye.
33 sal in mihrîcan ji bo gelê Kurd ê li Ewropayê dijî bûye pirek ku nasnameya neteweyî, têkoşîn û vîna kolektîf dîsa tê hilberandin. Girêdana ku ber bi Rojava, Şengal, Zap û Avaşînê ve dirêj dibe, nemaze di qadên mihrîcanê de hêzdar bûye.
ŞÎARA MIHRÎCANÊ: AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Mihrîcana ku wê di 13’ê Îlona 2025’an de li Dortmundê bê lidarxistin, şîara wê ne tenê dirûşmeyek e, ew nêrîneke dîrokî diyar dike: Mihrîcana Aştî û Civaka Demokratîk.
Ev şîar bersivek e ji bo banga Rêber Apo ya ku ji Îmraliyê berz kiriye. Ji ber ku Rêber Apo di şertên tecrîda herî giran de jî ji gelan re rêyeke çareseriyê nîşan daye:
• Li şûna şer, aştî,
• Li şûna netewe dewleta yekpare, neteweya demokratîk,
• Li şûna pergala qazancê ya kapîtalîst, aboriya ekolojîk-komunal,
• Li şûna hişmendiya baviksalar, azadiya jinê.
Ev perspektîf ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê rêya aştî û demokrasiyê ye. Mihrîcana li Dortmundê wê bi awayê herî girseyî bibe xwedîderketina li vê bangê.
MEŞA CIWANAN A JI BO AZADIYA RÊBER APO
Îsal aliyekî din ê watedar ê mihrîcanê, “Meşa Azadiya Rêber Apo” ye ku wê ji aliyê tevgera ciwanên Kurd ve di navbera 9-13’ê Îlonê de bê lidarxistin. Meş wê li qada mihrîcanê ya Dortmundê bi dawî bibe.
Ev meş ne tenê ciwanan, lê vîna hemû gelê me nîşan dide. Ji ber ku lêgerîna azadiyê her tim ji ciwanan hêz girtiye. Meş, li hember tecrîda li Îmraliyê yek ji bersivên herî bi hêz e û wê bi mihrîcanê re bibe yek û vîna aştî û civaka demokratîk hîn bêtir mezin bike.
TECRÎD TÊ WATEYA TÊKBIRINA XWIŞK-BIRATIYA GELAN
Tecrîda giran a li Îmraliyê ne tenê kesekî, lê azadiya gelekî dike armanc. Tecrîd tê wateya girtina rêyên çareseriya demokratîk, astengkirina aştiyê û têkbirina xwişk-biratiya gelan.
Qada mihrîcanê li hember vê tecrîdê bersiva herî bi hêz a girseyî ye. Li Dortmundê bi deh hezaran kes wê bi dirûşma “ Bila tecrîd bişkê, azadî ji Rêber Apo re!” qadan tijî bikin. Ji ber ku rêya aştiyê, ji vekirina deriyê Îmraliyê û azadiya Rêber Apo re derbas dibe.
BANGA JI BO HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ
33 sal in ev mihrîcan ne tenê civînek e, qadeke azadiyê ye ku têkoşîna hevpar a gelan dike yek. Ji ber vê yekê banga me ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû beşên civakê ye:
• Ji jinan re: Ji ber ku bêyî azadiya jinê civak nikare azad bibe. Dengê jinê, rengê herî bi hêz ê mihrîcanê ye.
• Ji ciwanan re: Ji ber ku ciwan pêşengê azadiyê ne. Bi meşên xwe mihrîcanê bigihînin hev, xwedî li pêşeroja xwe derkevin.
• Ji kedkaran re: Ji ber ku aştî û civaka demokratîk bi xwêdana kedkaran wê bilind bibe.
• Ji gelên dost re: Elman, Ermenî, Asûrî Ereb, Faris, Tirk… ji hemû gelan re: Ev mihrîcan ya we ye. Aştî û azadî hewcedariya hevpar a mirovatiyê ye.
AZADÎ JI RÊBER APO RE, AŞTÎ JI GELAN RE
Rêya 33 salan a ku ji Bochuma 1992’yan heta Dortmunda 2025’an dirêj dibe, rêya vîna û azadiyê ya gelê me ye. Mihrîcan, bi qasî ku bîranînek e, projeyeke pêşerojê ye jî. Mihrîcana li Dortmundê wê bibe bersiva herî bi hêz a ji bo banga Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîk, wê destê wî xurt bike û vîna hevpar a gelan mezin bike.
Banga me zelal e, di 13’ê îlonê de ber bi Dortmundê ve werin!
Di hevdîtina mezin a aştî, azadî û civaka demokratîk de cihê xwe bigire. Ji ber ku heke em bi hev re bin:
• Aştî bi ser dikeve,
• Rêber Apo azad dibe,
• Ji bo Kurdistanê statû tê.
Azadî ji Rêber Apo re, aştî ji gelan re! Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ber bi Dortmundê ve.