BI DÎMEN

Li Berlînê 6 gerîlayên azadiyê hatin bîranîn

Malbatên şehîdan li bîranînê axivîn û diyar kirin ku têkoşîna şehîdan rûmeta gel e.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên di demên cuda de şehîd bûn Jîndar Tendurek (Fatma Kaya), Artêş Rojava (Hasan Ûzûn), Arvîn Çirav Botan (Şîrîn Işik), Çekdar Ebex (Mûhammed Kaya), Zanyar Tendurek (Mucahît Kaya) û Adil (Mahîr Ûlaş Guneş) li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn.

Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Hêvî ya Dest Dan û Meclîsa Kurdistaniyan a Azad (Nav-Berlîn) ve hate lidarxistin û li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat. Kurdistanî û dostên wan tevlî bîranînê bûn û çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Nûnerên saziyan û malbatên şehîdan di merasîmê de axivîn.

Bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Dayê Şemse banga yekîtî û piştevaniyê kir û got, "Heta ku em nebin yek, em ê şehîdan bidin. Pirsgirêk em in; ji ber ku em di nava yekîtiyê de nînin. Malek radibe ser piyan, şeş mal ranabin; taxek radibe, deh tax ranabin. Eger em bi vî rengî dewam bikin, em ê hîn jî şehîdan bidin. Lewma divê em êdî bibin yek."

Bi navê malbata Kaya Sakî Kaya axivî, xaltîka xwe Jîndar Tendurek bi bîr anî û got, "Em bi têkoşîna şehîdên xwe serbilind in."

Bavê şehîd Adil, Huseyîn Guneş jî got, "Şehîd ne ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî yan jî berjewendiyên malbatî, ew ji bo gelê Kurd û Kurdistana azad şehîd bûn. Divê em xwedî li destketiyên wan derkevin. Divê em xwedî li bîranîn, têkoşîn û hevrêyên wan derkevin. Şehîdên me rûmeta me ne."

Guneş qala bîranînek bi kurê xwe re kir û got, "Min nedixwest biçe. Min jê re got, 'Min ji te re wesayiteke nû kirî, neçe'. Wî jî ji min re got, 'Bavo ma yen ku diçin ne weke min e?' û çû. Piştî demekê nameya wî hat. Digot, 'Bavê, ez gihîştim cihê ku diçûm. Bila serê we bilind be'. Çûbû qada Rêbertî û parêzvanî ji Rêbertî re dikir. Ez van gotinên wî qet ji bîr nakim."

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz jî diyar kir ku eger têkoşîna azadiyê îro li her derê belav dibe ev yek bi saya Rêbertî û şehîdan e.

Bîranîn bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîdan bi dawî bû.