BI DÎMEN

Şehîd Çiya Rizgar li Zurihê hat bibîranîn

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar li Zurihê bi çalakiyekî hate bibîranîn. Di bîranînê de îşaret bi jiyan û îdealên şehîdan hate kirin.

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar (Arjen Yavûz) yê di 25’ê Tebaxa 2025’an de ji ber nexweşiyekî şehîd bûbû, li Zurihê hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hat lidarxistin. Gelek malbatên şehîdan û ciwanan tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn di şexsê Çiya Rizgar de ji bo bîranîna hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Îhsan Coşkûn axaftina ewil kir. Coşkûn di destpêka axaftina xwe de Şehîdên Azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Şehîd Çiya wekî navê xwe di nava civakê de her tim di refên pêş de cihê xwe girt. Di têkoşîna xwe ya ji Bakurê Kurdistanê heta Rojavayê de ti car gav paşde neavêt. Bi hezaran Çiya hene ku didin pey wî. Em ê vê têkoşînê bi awayekî komunal bimeşînin. Em wekî Kurdên li Dîasporayê îdealên wan bidin jiyîn. Di serî de şehîd Çiya hemû şehîdên Kurdistanê bidin jiyîn.”

‘ŞEHÎD RÊYA ME RONÎ DIKIN’

Di axaftina li ser navê TCŞ’ê de jî wiha hate gotin: “Di serî de şehîd Çiya û şehîd Raperîn Amed hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Heval ji roja tevlî têkoşînê bû ve ji Rojava heta Bakurê Kurdistanê bi lehengî têkoşiya. Ji hemû ciwanên Kurdistanê re bû mînak. Em jî wekî ciwanan soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wî di kesayet û jiyana xwe de bidin jiyîn.”

DAYIKÊN AŞTIYÊ: XWEDÎDERKETINA LI VÊ DOZÊ ERKA ME HEMÛYAN E

Di bîranînê de ji Dayikên Aştiyê Dondu Ergîn û Îsmîxan Ok jî axivîn. Dondu Ergîn wiha got: “Zarokên me ji jiyanê hez dikirin, dev ji rûmeta xwe bernedan. Ew li şûna jiyaneke koletî azadiyê hilbijartin. Em wekî dayikan piştgirê aştiyê ne. Xwedîderketina li vê dozê erka me hemûyan e.”

Îsmîxan Ok jî hemû malbatên şehîdan silav kir û wiha got: “Em ne Kurdên berê ne. Zarokên me yên 7 salî jî dibêjin ‘Bijî Serok Apo’. Eger em şehîdên xwe ji bîr bikin, ev tê wateya alîkariya dijmin. Em ê wan ti carî ji bîr nekin û bîranîna wan bidin jiyîn. Şehîdên me nemir in.”

Di bîranînê de Koma Arî ji bo şehîdan stan gotin û helbest xwendin. Piştre sînevîzyona li ser jiyana şehîd Çiya Rizgar hate pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.