Li Leipzigê şehîd Salih hate bîranîn
Ji bo gerîlayê PKK’ê Salih (Suleyman Toy) ê ku sala 1994’an li Çiyayê Mawo di şerê li dijî dewleta Tirk de şehîd bû, li bajarê Leipzig ê Elmanyayê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Ji bo gerîlayê PKK’ê Salih (Suleyman Toy) ê ku sala 1994’an li Çiyayê Mawo di şerê li dijî dewleta Tirk de şehîd bû, li bajarê Leipzig ê Elmanyayê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-Elman (Nav-Leipzig) hate lidarxistin.
Li ser navê malbatên şehîd Selahattîn Mete, siyasetmedar Muharrem Aral ê ku 30 salan li zindanên dewleta Tirk ma, malbata şehîd û bi sedan kes tevlî bîranînê bûn.
Di şexsê şehîd Salih de ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin, piştre axaftin dewam kirin.
Birayê şehîd Salih, Cengîz Toy axaftina ewilî kir. Toy diyar kir ku heya roja îro di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi hezaran şehîd hatin dayîn û got, ew ê li ser rêya wan bimeşin û têkoşîna xwe bidomînin.
Li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (Komaw) Selahattîn Mete axivî û got, “Têkoşîna wan rê nîşanî me dide. Gel tîne ba hev.”
Mete bal kişand ser Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ji aliyê Rêber Apo ve hatî kirin û got, “Weke gelê Kurd em heta dawî piştgirî didin.”
Piştre malbatên şehîdan û welatiyan axaftinên kurt kirin. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Bîranîn piştre bi danîna xwarinê bi dawî bû.