BI DÎMEN

Li Montpellierê civîna gel hat lidarxistin

Hevseroka KCKD-E’yê Zubeyde Zumrut di civîna gel a li Montpellierê axivî û got: “Gelê Kurd li hemberî înkarê hebûna xwe îspat kir. Niha di qonaxa bidestxistina naskirin û parastina destûrî de ye.”

Li bajarê Montpellier ê Fransayê di çaroveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de civîna gel hat lidarxistin. Civîn bi pêşengiya Meclîsa Gel a Montpellierê hat lidarxistin. Hevseroka KCKD-E’yê Zubeyde Zumrut û gelek Kurdistanî tevlî civînê bûn. Civîna bi rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Di civînê de Hevseroka KCKD-E’yê Zubeyde Zumrut axivî û got: “Li Ewropayê gelek civînên gel hatin lidarxistin. Îro em hewceye ku em vê pêvajoyê bi gelê xwe re nîqaş bikin û bi awayekî rast ji raya giştî re ragihînin. Ev pêvajo, wekî encama têkoşîna 50 salan, daxwaza statuya gelê Kurd digire nav xwe. Kurdan li hemberî înkarê hebûna xwe îspat kir; niha di qonaxa naskirin û bidestxistina parastina destûrî de ne. Li dijî înkara dîrokî, berxwedana gelê Kurd, bi xeta Rêber Apo û Têkoşîna Tevgera Azadiyê, êdî cîhanê ji hebûn û têkoşîna gelê Kurd agahdar kiriye.”

Zubeyde Zumrut bi bîr xist ku dewletê heta niha gelek caran bi Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd re hevdîtin kirine lê qonaxa çareseriyê nehatiye derbaskirin û wiha got: “Ji ber ku dewletê xwest bi siyaseta înkarê bêyî tawîz hevdîtinan bimeşîne. Lê îro gelê Kurd ji bo ku mafên xwe bi parastina destûrî misoger bike û bê naskirin têdikoşe. Felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo azadiya jinan, ciwanan, parastina xwezayê û xitabî hemû hemû mirovahiyê dike.”

Civîn bi pirs û bersivan dom kir. Civîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.