Ji fermandarên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurdistanê Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û cangoriyên azadiyê Bahtiyar Gabar û Devran Mizgîn li bajarê Toronto yê Kanadayê hatin bibîranîn.
Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk daxuyaniyek dan û wiha gotin:
“Em dizanin ku ger ne ji şehîdên Tevgera Azadiyê bûya, Şengal û Rojava azad nedibûn û dewleta Tirk jî ev pêvajo nedida destpêkirin. Ji ber vê yekê, erka her Kurdekî ew e ku rêya şehîdan bişopîne û serketina wê deynê li stûyê me ye. Em ê heta dawiya jiyana xwe hewl bidin ku vê deynê bidin.”
Di axaftina li ser navê malbatên şehîdan de, gotina Rêber Apo "Tevgera Azadiyê romaneke bêdawî ye" hat bibîrxistin û hat diyarkirin ku yek ji lehengên vê romanê şehîd Nûredîn Sofî ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ku ev tevger di heman demê de têkoşîna kedê ye û hatbdestnîşankirin ku şehîd Koçero Urfa yek ji vê mînakê ye.
Di bîranînê de wiha hat gotin: "Hebûna me bi saya şehîdan e" û "têkoşîna wan hêzê dide me."
Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê berdewam kir. Di bîranînê de timî dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Piştî bîranînê, ji bo şehîdan sersaxî hat xwestin û Kurdistaniyan heta derengiya êvarê serdana bîranînê kir. Serdan bi xwendina duayan bi dawî bûn.