BI DÎMEN

Li Bernê ji bo azadiya Bariş Erhan çalakî hat lidarxistin

Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropayê (AVEG-KON) û Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsreyê (ÎGÎF) ji azadiya Bariş Erhan li paytexta Swîsre Bernê çalakî li dar xistin.

Di çalakiya ku li ber Konsolosxaneya Yewnanistanê hate lidarxistin de nûnerên saziyên şoreşger û rêxistinên girseyî yên demokratîk amade bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Bariş ne sûcdar e, ew parçeyek ji têkoşîna azadiyê ye û hate bibîrxistin ku Erhan ji ber zordestiyên li Tirkiyeyê reviyaye Ewropayê.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Lê belê dema ku ew derbasî Yewnanistanê bû hate binçavkirin û zêdetirî salekê ye di girtîgehên ku şert û mercên wan ne mirovî ne de tê ragirtin. Di pêvajoya dadgehê de nasnameya siyasî ya Bariş û zordestiyên ku rastî wan hatiye hatine paşguhkirin delîlên eşkere yên ku ew ne qaçaxçiyê koçberan e nehatine berçavkirin. Li şûna dadmendiyê, nêzîkatiyeke cezadayîna siyasî hatiye xebitandin û di encamê de 74 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.”

Tora Hevgirtinê destnîşan kir ku cezayê hatî dayîn ne tenê li dijî Erhan lê êrîşeke li dijî mafên hemû koçberan û muxalîfan e û banga “Azadî ji bo Bariş, dadmendî ji bo koçberan” kir. 

Di dawiya çalakiyê de dosya ku hate amadekirin radestî rayedarên Konsolosxaneya Yewnanistanê hate kirin.