BI DÎMEN

Jinên Êzidî di Nobeta Azadiyê de ne: Azadiya Rêber Apo armanca me ya sereke ye

Di hefteya 689’an a Nobeta Azadiyê de jinên Êzidî nobetê girtin. Yek ji wan jinan Xezna Xalid got, “Azadiya Rêber Apo erka me ya sereke ye. Heta ku Rêberê me azad nebe, em jî nikarin azad bin. Divê bi taybetî civaka Êzidî vê yekê ji bîr neke.”

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê Nobeta Azadiyê ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo li ber Konseya Ewropayê û saziyên din ên navneteweyî tê lidarxistin, di hefteya 689’an de berdewam dike. Armanca nobetê ew e ku berpirsyariya CPT’ê bê bibîrxistin, rewşa tecrîda giran a li Tirkiyeyê têkeve rojeva navneteweyî û daxwaza azadiya Rêber Apo bê kirin.

Ev çalakî ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ji Rêber Apo re Azadî tê kirin û yek ji çalakiyên herî dirêj ên gelê Kurd û dostên wî ye ku li Ewropayê bê navber didome.

Di hefteya 689’an de, endamên Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) nobetê dewr girtin. Di çalakiyê de Xezna Xalid, Zûbeyde Xebat, Wekahat Bakurî û Bedia Emîn cih digirin.

 

‘RÊBER APO JI ME RE BÛ HÊVÎ’ 

Xezna Xalid, ku li ser navê komê axivî, destnîşan kir ku meha Tebaxê ji ber Fermana 74’an, ji bo gelê Êzidî meheke tijî êş e. Xezna Xalid şehîd Mam Zekî, Mam Beşîr, Mam Seyîd Hesen û hemû şehîdên Fermana 74’an û şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wiha berdewam kir: “Di van demên dawî de şehadetên wekî Nûreddîn Sofî, Alî Haydar Kaytan û gelek şervanên ku ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirine, ji me re giran bû.”

Xalid anî ziman ku gelê Êzidî ji dîrokê ve rastî qirkirinan hatiye û wiha pêde çû: “Lê Rêber Apo ji me re bû hêvî. Fikrên wî, felsefeya wî gelê Kurd perwerde kir. Me di wê perwerdeyê de azadiya xwe dît, me nefes stand. Fikrên wî di navbera gelan de dijminatî rakir, evîna axê, çandê û hunerê hînî me kir, me vegerand ser koka xwe.”

‘RÊBER APO HER TIM RÊYA AZADIYÊ NÎŞANÎ ME DIDE’ 

Xezna Xalid bal kişand ser wê yekê ku vegera Êzidiyan a ser axa wan ne hêsan bû û got: “Ev bi xwîna şehîdan û fikrên Rêber Apo pêk hat. Tevî ev 26 salên di tecrîda giran de ye jî, Rêber Apo her tim rêya azadiyê nîşanî me dide. Bi fikrên wî, me ji tunebûnê hebûna xwe ava kir. Civaka Êzidî ya ku rastî qirkirin, tundî û destdirêjiyê hat, îro çek hilgirtiye û xwe diparêze. Ev yek jî bi fikr û felsefeya Rêber Apo re pêk hat.”

Zexan Xalid wiha got: “Ji bo me dayikan, terkkirina mal û zarokên xwe û hatina welatekî din zehmet e. Lê azadiya Rêber Apo erka me ya sereke ye. Em bi biryar in, em ê bigihîjin armanca xwe. Heta ku Rêberê me azad nebe, em jî azad nabin. Divê civaka Êzidî vê yekê baş bizane, xwedî li xwe derkeve û nekeve lîstikên kesan. Azadiya me bi hev re, bi azadiya Rêber Apo re pêkan e.”