Îtalya divê ji bo Çakas bikeve nava liv û tevgerê
Parlamenterên Îtalî yên PE’yê Ilaria Salis û Domenico Lucano bang li hikûmeta Îtalyayê kir ku ji bo Elmanya Mehmet Çakas radestî Tirkiyeyê neke, zexta dîplomatîk lê bike.
Parlamenterên Îtalî yên PE’yê Ilaria Salis û Domenico Lucano bang li hikûmeta Îtalyayê kir ku ji bo Elmanya Mehmet Çakas radestî Tirkiyeyê neke, zexta dîplomatîk lê bike.
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ê li Girtîgeha Uelzen a Elmanyayê tê ragirtin, bi peyamekê bersiv da piştevaniya ku ji raya giştî ya Ewropayê ji bo wî bilind bûye. Çakas got, li Tirkiyeyê şert û mercên darizandina adilane nînin û eger were radestkirin dibe rû bi rûyê cezayê hepsê yê muebeda girankirî û êşkenceyê bimîne.
Çakas rêzdarî û hezkirinên xwe pêşkêşî piştevanên xwe kir û got, ev piştgirî hêz û moral dide wî.
Çakas got, “Dema mafê siyaseta demokratîk hate naskirin û zemînê qanûnî-hiqûqî ya pêwîst çêbû, helbet em dixwazin vegerin welatê xwe, di nava gelê xwe de û li ser xaka xwe siyaseta demokratîk bimeşînin. Lê ji bo niha ev şert û merc nînin.
Bi hezaran siyasetmedarên Kurd di çarçoveya hiqûqa dijminatiyê de bi salane dîl tên girtin. Ji ber ku ez ji maddeya TCK 302. têm darizandin, ev yek daneyên şênber pêşkêş dike ku eger ez radestî Tirkiyeyê bêm kirin, ez ê rû bi rûyê çi bimînim.”
Çakas diyar kir ku biryara radestkirinê, biryarek siyasî ye û got, “Ez spasiya her kesê hestiyar û piştgirî dide dikim û dibêjim, hiqûq wê bi ser bikeve.”
PARLAMENTERÊN ÎTALÎ BANG KIRIN
Tê pêşbînîkirin ku 28’ê Tebaxê Çakas radestî Tirkiyeyê bikin. Li aliyê din peyamên piştevaniyê yên ji bo Çakas jî zêde dibin. Ji Tifaqa Çep û Kesk endamên Parlamentoya Ewropayê Ilaria Salis û Domenico Lucano li dijî radestkirina Mehmet Çakas a ji bo Tirkiyeyê derketin û bang li hikûmeta Îtalyayê kirin.
Parlamenteran bi daxuyaniyek hevpar destnîşan kirin ku Mehmet Çakas bêyî ku li Tirkiyeyê derbarê wî de sûcdariyeke şênber hebe, bi hinceta “endamtiya PKK’ê” cezayê hepsa muebedê lê hate birîn û diyar kirin ku eger were radestkirin wê rû bi rûyê binpêkirinên mafan ên giran bimîne. Parlamenteran got, “Mehmet wê bi rewşeke welê re rû bi rû bimîne ku bi serê bi hezaran girtiyên siyasî yên Kurd hatiye, ku bûne qurbanê tolhildana siyasî û zexta Erdogan a li dijî Kurdan.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Elmanyayê “Bultena Sor” a ku daxwaza radestkirina Çakas dike, di sala 2023’yan de derxistiye, Îtalyayê jî radestkirin bi şertê ku di dawiya darizandinê de car din radestî Îtalyayê were kirin erê kiriye. Lê belê geşedanên dawî nîşan didin ku ev peyman hatiye binpêkirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin: “Rayedarên Elman ev peyman bi eşkere binpê kirin, dixwazin di 28’ê Tebaxa 2025’an de Mehmet radestî Tirkiyeyê bikin. Em bang li hikûmeta Îtalya dikin ku ji bo Elmanya girêdayî peymanê bimîne, zexta dîplomatîk lê bike. Ev bang îro hîn girîngtir e ku PKK çek berda û ragihand ku ew ji bo pêvajoya aştiyê amade ye.”
Ilaria Salis beriya ji Parlamentoya Ewropayê (PE) re bê hilbijartin, li Macaristanê girtî bû. Salis ku di protestoyeke li dijî Neo-Naziyan de hate girtin, 15 mehan li girtîgehê ma. Di Hezîrana 2024’an de ji lîsteya Tifaqa Çep û Kes ji bo endamtiya PE’yê hate hilbijartin.