Ji fermandarên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar li bajarê Koln ê Elmanyayê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn.
Bîranîn bi organîzasyona hevpar a PYD’ê Ewropa û KOMAW’ê re li salona Saal 2000 hate lidarxistin.
Di salonê de portreyên Rêber Apo û wêneyên fermandarên şehîd cih girtin. Nûnerên PYD, KOMAW û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê di têketinê de beşdaran pêşwazî kirin. Di ekrana eloktornîk a li ser dîkê de jî nivîsa “Jiyana Azad Berhema Vîna Şehîdan e” balê kişand.
Hevserokên KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, Hevserokên KON-MED’ê Ruken Akça û Kerem Gok, endamên KOMAW’ê, hunermend, siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê û nûnerên saziyên Kurd ên demokratîk ên li Elmanyayê û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.
Çalakî bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre bi sedan kes bi hev re dirûşmeya “Şehîd Namirin” berz kirin. Bername bi xwendina helbesta “Xewnê Zarokatiyê” yê hunermendê TEV-ÇAND’ê Hekîm Sefkan dewam kir.
FERMANDARÊ QSD’Ê: EM LI SER ŞOPA WAN DIMEŞIN
Li ser navê malbata Nûreddîn Sofî, biraziyê wî û ji fermandarên QSD’ê Loqman Sofî peyama bi dîmen şand. Loqman Sofî, di peyama xwe de îşaret bi fedakariya fermandarên şehîd û mîrateya wan a ku ji têkoşîna azadiyê ya gelan re hiştine, kir.
Loqman Sofî bi berdewamî wiha got: “Wekî li Rojava û li parçeyên din ên Kurdistanê, em li Ewropayê jî fermandar û şehîdên xwe bi bîr tînin. Em îro li vir Nûreddîn Sofî û hevrêyên wî bi minetdarî bi bîr tînin. Şehîd Koçero xwedî kedekî mezin û şoreşgerekî rast bû; şehîdê me yê ciwan Bahtiyar Gabar jî ruhê fedakariyê di hemû têkiliyên xwe yên hevaltiyê de di asta herî mezin de temsîl kir. Wêrekî û fedakariya ciwanên Kurd di şexsê xwe de şênber kir.
Em bi gelê xwe re, li dora şehîdên xwe kom bûne. Ev windahî hem ji bo QSD’ê û hem jî ji bo gelê me valatiyekî mezin çêkir. Tijîkirina cihê wan wê hêsan nebe. Lê şehîdên me ne tenê li Kurdistanê, li seranserê Ewropayê tên bibîranîn. Em jî wekî hevrêyên wan di qadên têkoşînê de li ser şopa wan dimeşin.
Fermandar Nûreddîn û hevrêyên wî fikrên Serok Apo bi awayekî herî baş fêm kirin û li ser wê xetê bi gel re têkoşiyan. Helwesta wan a şoreşgerî, fedakarî û baweriya wan îro rênîşanderê me ne.
Erka ku dikeve ser milê me ew e ku xwedî li gotin, têkoşîn û mîrateya wan derkevin. Em neçar in ku li her qadê têkoşîna wan bimeşînin. Eger em îro li ser piyan disekinin ev bi saya ked, bawerî û berxwedana wan e. Bûn fermandarên me yên ku me di qada çand, perwerde û hişmendiyê de perwerde kirin û rêya me ronî kirin. Veguhestina vê mîrateyê ji bo pêşerojê berpirsyariya me ya herî mezin e.”
DÎLEK OCALAN: KOÇERO XEYALA JIYANA BI RÊBER APO RE PÊK ANÎ
Piştre li ser navê malbata Koçero Ûrfa, Dîlek Ocalan mafê axaftinê girt. Dîlek Ocalan anî ser ziman ku Koçero di temenekî ciwan de tevlî têkoşîna azadiyê bûye û wiha got: “Îro em sê hevrêyên xwe û şehîdên Kurdistan û şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Di şînên ku li gundê Amarayê sê rojan dewam kirin de gelê me dilsoziya xwe ya pê re bi awayekî xurt nîşan da.”
Dîlek Ocalan got, “Şehîd her tim rê nîşanî me kirin; mezinkirina têkoşîna me, wate û nirxa azadiyê fêr kirin. Em derbarê wan de çi bibêjin wê kêm bimîne, ji ber ku şehîd bi berxwedana xwe rêya me ronî kirin. Her çiqas min hevrê Koçero ji nêz ve nas nekir jî, tiştên ku min bihîst û ez dizanim ji bo fêmkirina kesayeta wî ya şoreşgerî bes e. Li Îzmîrê di salên zanîngehê de tevlî têkoşîna azadiyê bû. Ji zarokatiya xwe ve dixwest bi Rêber Apo re jiyan bike û li kêleka wî be. Timî diçû gel Dayika Uveyş û di her firsendê de têkoşîna bûyîna li gel Rêber Apo dida. Bêyî ku zanîngehê biqedîne, vê xeyala xwe pêk anî; bi çûyîna gel Rêber Apo tevlî refên azadiyê bû. Beşekî mezin a têkoşîna wî ya li çiya, di qada perwerdeyê de derbas bû. Bi hezaran şervanên leheng ji perwerdeya wî derbas bûn, bi keda wî tevlî têkoşînê bûn. Koçero bû fermandarekî ku bi hezaran lehengan perwerde kir û di rêya azadiyê de mezin kir.”
EDÎBE BABÛR: ŞEHÎD ONURA ME NE
Xwişka Baxtiyar Gabar, Edîbe Babûr, bi rêya telefonê beşdarî bîranînê bû û wiha got: “Şehîd rûmeta me ne. Di dilê me de, bi têkoşîna xwe her tim zindî dimînin. Qehremanên mezin, ji bo azadiya gelê me canê xwe dan. Parastina mîrateya wan erkê me yê herî mezin e.”
GOYÎ: BÎRANÎN Û TÊKOŞÎNA WAN JI ME RE RÊBER E
Li ser navê KOMAWê Cahîde Goyî axivî û diyar kir ku Nûreddîn Sofî ji bo gelê Kurd nirxekî mezin e û wiha dewam kir: “Tevgera Azadiya Kurd, bi ked û têkoşîna qehremanan heta îro hatiye. Heval Nûreddîn digot, ‘Welatê me, çiyayên me wêran kirine; em jiyanek û welatekî nû ava dikin.’ Her şehîd, her qehreman ji bo me nirxekî mezin e. Ez wan careke din bi rêzdarî bi bîr tînim.
Îro, di serdema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, gelê Kurd bi qetlîam û talanan re rû bi rû dimîne. Li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê, li dijî ked, jiyan û xwezaya gelê me êrîş kirin; mirovên me qetil kirin. Heval Nûreddîn Sofî, ji bo hesabê van êrîşan bipirse, li Rojava kedeke mezin da. Şopên Heval Nûreddîn ji Amedê heta Botanê, ji Mêrdînê heta Başûr û Serhedê, li çar aliyên Rojava belav bûne. Bîranîn û têkoşîna hevalên Koçero û Bahtiyar jî ji bo me rêber in. Ger em têkoşîna wan bi ser nexin, em ê kêmasiyeke mezin bijîn. Têkoşîna PKK’ê, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovahiyê jî bûye têkoşîna azadiyê û ked û qehremaniyên mezin afirandiye. Min bi Nûreddîn re hevaltî kir; ew yek ji wan kesan bû ku Rêber Apo herî baş fêm dikir. Di her qada jiyanê de wî kesayetiya xwe nîşan da. Erka me ya îro, zindîkirina vê mîrateya giranbiha û bilindkirina têkoşînê ye.”
MISTEFA: NÛREDDÎN WEK DIBISTANEK BÛ
Endamê PYD’ê yê Ewropayê, Abduselam Mistefa, Nûreddîn Sofî wek “dibistanek, rêberekî rêber” binav kir û wiha got: “Heval Egîd û hevalên wî yên ku fermandariya Pêngava 15’ê Tebaxê kirin, mohra xwe li dîrokê xistin. Di rêya wan de bi hezaran qehreman têkoşiyan, qehremanî nîşan dan û gihîştin şehadetê. Ev fedakarî û qehremanî li Kurdistanê tu carî nayên jibîrkirin. Şehadetên wan ji gelê me re mîrateyeke mezin hişt. Serê gelê Kurd û Rêber Apo sax be.
Min Heval Nûreddîn ji nêz ve nas kir. Ew wek dibistanek bû; felsefe, civak û her qada jiyanê dizanîbû û dijî. Li her cihê ku çû, wî maneyê jiyanê da. Dema bi xwendekaran re bû wek xwendekar, bi entelektuelan re wek entelektuel, bi zarokan re wek zarok tevgeriya. Mirovêk bû ku li her qada jiyanê bandor kir û hebûna xwe li her deverê nîşan da. Heval Nûreddîn ne tenê fermandar, di heman demê de rêberekî rênîşander bû.”
FIRAT: DIVÊ EM MÎRATEYA ŞEHÎDAN Û HEQÎQEYA TÊKOŞÎNA XWE ZÊDETIR BIPARÊZIN
Siyasetmedar Seydî Firat jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku şehîd qibleya gelê Kurd in û wiha got: “Ez şehîdên me bi bîr tînim û li ber wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînim. Jiyana wan a têkoşînê, serkeftin û qehremaniyên wan ji aliyê hevalên me ve hatin vegotin. Şehîdên me dîroka me ne; em ji wan cesaret û hêvî distînin. Dîrok bi têkoşîna wan ronî dibe; ew roniyên dîroka me ne. Şehîdên me qibleya têkoşîna me ne.
Dewletên dagirker ji gelê me re digotin, ‘Qibleya we em in.’ Lê Tevgera Azadiyê nîşan da ku qibleya rastî têkoşîna gelê me ye. Şehîdan ev heqîqet derxistin holê. Ev rastî tu carî nayê înkarkirin; qîmeta şehîdên me di vê yekê de ye.
Rêber Apo, di 27ê Sibatê de, di şertên tecridê yên giran de jî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ destpê kir. 27 sal in bi berxwedan û têkoşîneke mezin rêya me ronî dike. Di manîfestoya xwe ya dawî de zelal dibêje, ‘Hebûna me, hebûna rêxistin û tevgera me ye. Ger tevgera me bikeve, hebûna me jî dikeve.’ Ji ber vê yekê Rêber Apo ji me re dibêje ku em ji nû ve rêxistin bibin. Heta digot, ‘Di xewnên xwe de jî bifikirin ka çawa rêxistin bibin.’ Divê em guh bidin vê bangê û mîrateya şehîdan û heqîqeta têkoşîna xwe hîn xurtir biparêzin.”
Piştî axaftinan, sînevîzyoneke ku jiyana têkoşîna fermandarên şehîd vedibêje, hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê çepik hatin xistin û di salonê de dîsa dirûşmên “Şehîd Namirin” bilind bûn.
Piştre, hunermend Xelîl Xemgîn derket ser dîkê û helbesta xwe ya ji bo şehîdan xwend. Hunermendên TEV-ÇAND’ê jî strana “Ey Şehîd” gotin.
Bîranîna ku nêzî sê saetan dom kir, bi dirûşmên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.