EWROPA
Hemû Nûçe
-
'Nobeda Azadiyê' kete sala 14'an
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo di 25'ê Hezîrana 2012'an de li Strasbourgê destpê kir, kete sala 14'an. -
Ji KCDK-E'yê ji bo mîtînga 29'ê Hezîranê bang
KCDK-E'yê ji bo mîtînga 29'ê Hezîranê ya li bajarê Koln ê li Elmanyayê bang li Kurdistaniyan kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî bibin. -
Hevserokên KON-MED'ê: Ji bo yekîtiya neteweyî em di binê heman sîwanî de bibin yek
Hevserokên KON-MED'ê Rûken Akça û Kerem Gok pêvajo, biryar û armancên kongreyê nirxandin: "Di çarçoveya biryarên di kongreyê de hatine wergirtin em ê modernîteya demokratîk û yekîtiya neteweyî pêk bînin." -
KON-MED û parlamenterên Kurd hatin gel hev
KON-MED bi parlamenterên Kurd ên Parlamentoya Federal a Elmanyayê li Berlînê hatin gel hev. Di civînê de li ser rêxistinkirina ciwanên dîasporayê, xurtkirina hişmendiya nasnameyê û zêdekirina temsîliyeta siyasî nîqaş hatin kirin. -
Di Kongreya KON-MED’ê de 10 biryar: Li hemû komeleyan qursa Kurdî
Di 4’emîn Kongreya Asayî ya Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya li Elmanyayê (KON-MED) de, biryar hate dayîn ku li hemû navendên civakê ji bo hemû zaravayên Kurdî qurs bên destpêkirin. -
Li Belçîkayê li xizmetên cemaweriyê û balafirgehan grev
Li Belçîkayê roja Çarşemê greva pêncemîn a mezin a vê salê destpê kir. Grev li xizmetên cemaweriyê û balafirgehan pêk tê. -
'Em ê bersivê bidin sêdareya sed salan beriya niha li Amedê hatî danîn'
Zubeyîr Aydar têkildarî konferans û mitînga ku wê di salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de werin lidarxistin, axivî û bal kişand ser zindîgirtina bîrê û banga beşdariya mitînga ku wê di 29’ê Hezîranê de li Kolnê were lidarxistin li her kesî kir. -
Li Londonê bi hezaran kes tevlî festîvala ku bû mijara ‘lêpirsînê’ bûn
Li Londonê bi hezaran kes tevlî festîvala Gîk-Derê ku ji aliyê dewleta Tirk ve bibû mijara ‘lêpirsînê’ bûn û li dijî nijadperestî, faşîzm û lêpirsînan peyama dawî dan. -
Ji CÎK'ê banga ji bo mîtînga li Kolnê
Serokê Giştî yê CÎK'ê Şevket Çakir ji bo mîtînga li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir ku wê bi wesîleya salvegera 100'emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bê lidarxistin. -
Li Reimsê 3’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd bi coş pêk hat
Li bajarê Reims ê Fransayê 3’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd bi beşdariya coş û bernameyên rengîn hate lidarxistin. Di mîhrîcanê de yekîtiya gelê Kurd, azadiya Rêber Apo û peyamên berxwedana çandî derket pêş. -
Kurd li Başûrê Fransayê rûpelekî nû vekirin: FKDK-BF’ê bi fermî hat avakirin
Li Marsilyayê Federasyona Komuna Demokratîk a Başûrê Fransayê bi kongreyekî avabûna xwe ragihand. Di kongreya bi beşdarbûna zêde de ji bo Kurdên diasporayê pêvajoyekî nû ya rêxistinbûn û piştevaniya civakî hate destpêkirin. -
Li Mantes-la-Jolie hevdîtina Aştî û Demokrasiyê
Di civîna gel a li Mantes-la-Jolieyê de îşaret bi têkoşîna aştî û demokrasiyê ya Tevgera Azadiya Kurd û rola jinan hate kirin. -
KON-MED’ê kongreya xwe ya 4’emîn li dar xist
KON-MED’ê kongreya xwe ya 4’emîn li dar xist. Hevserokên KON-MED’ê bal kişandin bi ser tecrîda li ser Rêber Apo û pêvajoya aştiyê. -
Bakirhan li Berlinê ye: Wê ev pergal Kurdan nas bike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Banga Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn pêngavek dîrokî ye û destnîşan kir ku wê yên guhertina li gorî ruhê Rojhilata Navîn esas bigre bi ser bikeve. -
Şaredariya Montopoli di Sabina hemwelatîbûna rûmetê da Rêber Apo
Bi merasîmekî li Şaredariya Montopoli di Sabina a Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetê ji Rêber Apo re hat dayîn. -
Li Marsîlyayê nûnerên civaka Kurd ji bo çareseriya demokratîk li hev civiyan
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi civînekî berfireh perspektîfa çareseriya demokratîk a Rêber Apo hate nîqaşkirin. -
Li Mannheimê ji bo şehîd Tofan şîn hate danîn
Ji bo Tofan (Evdulrahman Çete) ku sala 1996’an di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de li herêma Herkî ya Zagrosê şehîd bû, li bajarê Mannheim ê Elmanyayê şînekî bi girseyî hate lidarxistin. -
Li Cenevreyê civîna gel
Civînên gel ku li seranserê Swîsreyê li ser bingeha paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo hatin destpêkirin, bi baskê Cenevreyê dewam kir. -
Li Reimsê amadekariyên 3’emîn Mîhrîcana Hozan Serhed temam bû
Li bajarê Reims ê Fransayê amadekariyên 3’emîn Mîhrîcana Hozan Serhed ku bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî ên Fransa (CKF) tê kirin, temam bû. -
Festîvala Jinan a Zîlan destpê kir: Bi Jin Jiyan Azadî Deskeftiyên Jinê Biparêz e
Festîvala Jinan a Zîlan li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî Destketiyên Jinê Biparêz e” destpê kir. Serokê Şaredariya Leverkusen û alîkarên wî jî tevlî festîvalê bûn. -
Şêx Seîd û hevalên wî wê li Kolnê bên bibîranîn
Şêx Seîd û hevalên wî di salvegera xwe ya 100’emîn de wê li Kolnê bi mîtîngekî mezin werin bibîranîn. -
Li Baselê greva birçîbûnê: Bila Hucreyên Tîpa Bîrê werin girtin
Li Baselê bi greva birçîbûnê ya 3 rojan li dijî pergala tecrîdê ya li girtîgehên Tirkiye û Macarîstanê tê pêkanîn, banga piştevaniyê hate kirin. Di çalakiyê de ji bo girtiyên SGDF’ê û ji bo Majayê Elman ê antîfaşîst, daxwaza azadiyê hate kirin. -
Gerîlaya YJA Starê Tîjda Zagros li Munihê hat bibîranîn
Şoreşa enternasyonalîst Tîjda Zagros a 29'ê Nîsana 2025'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, di encama bombardûmana SÎHA ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, li Munihê hat bibîranîn. -
Hikûmeta Elmanya: Der barê Kelly Freygangê de di destê me de agahî tineye!
Hikûmeta Elmanyayê der barê şoreşgera enternasyonalîst Kelly Freygan a 29'ê Nîsana 2025'an di encama bombardûmana SÎHA ya dewleta Tirk de şehîd bû, got ku ji derveyî agahiyên di çapemeniyê de di destê me de ti agahî tineye. -
Du birayên şehîd Rênas û Çiya li Lahrê hatin bibîranîn
Birayên hev şehîd Rênas û Çiya li bajarê Lahr ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Kemal Aktaş di bîranînê de axivî û wiha got, “Şehîd jiyanekî bi rûmet diyarî gelê Kurd kirin; divê her kes helwestekî li gorî vê rûmetê raber bike.”