Şehîd Kemal Erûh û Bahoz Zerdeşt Serhed li Zurîhê hatin bibîranîn

Şehîdên Azadiya Kurdistanê Kemal Erûh û Bahoz Zerdeşt Serhed li Zurîhê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kemal Erûh (Abdullah Kaya) ê 9’ê Kanûna 2024’an li dijî êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê li Sirînê di berxwedanê de şehîd bûbû, yek ji fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Bahoz Zerdeşt Serhed (Avnî Atsak) ê 8’ê Adara 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hatin bibîranîn.

Merasîma ku bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîhê hat lidarxistin. Malbatên şehîdan, Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S), nûnerên KOMAW’ê û gelek Kurdistanî tevlî merasîmê bûn.

‘XWEDÎ DERKETINA VÊ TÊKOŞÎNÊ SOZA ME YA JI BO ŞEHÎDAN E’

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Dû re Berdevkê KOMAW’ê Mustafa Karahan axivî. Karahan got: “Em li vir in da ku şehîdên ku li dijî înkar, asîmîlasyon û qirkirinê serî netewandine û ji bo azadiya gelê xwe di lêgerîna heqîqetê de derketine rê bibîr bînin.” Karahan destnîşan kir ku berxwedana gelê Kurd û rastiya wê bi şehîdan şekil girtiye. Karahan anî ziman kku îro gelê Kurd tevî hemû zordariyan têkoşîna xwe didomîne û got: “Xwedî derketina têkoşîna ku şehîdên me jiyana xwe ji bo wê feda kirine, soza me ya ji bo wan e.”

Birayê Kemal Erûh, Mehmet Kaya û xwişka Bahoz Zerdeşt Serhed, Leyla Atsak jî di merasîmê de axivîn. Di dema axaftinan de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Di merasîmê de li ser jiyan û têkoşîna şehîdan sînevîzyon hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

 Piştî bernameya bîranînê, li ser navê malbatan sersaxî hat qebûlkirin.