KCDK-E: Divê statuya Şengalê were naskirin

KCDK-E’yê bi wesîleya salvegera 11’an a Qirkirina Şengalê peyamek weşand û bang kir ku statuya Şengalê were naskirin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) têkildarî komkujiya ku DAÎŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê pêk anî, daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“DAÎŞ’ê 11 sal berê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê jenosîd-fermaneke hovane li dijî gelê me yê Êzidî pêk anî. Ev roj ne tenê ji bo Êzidiyan, lê ji bo hemû mirovahiyê rûpeleke reş e. Em vê hovîtiya ku bi taybetî jin û zarok kir armanc, bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi deh hezaran ji cih û warên xwe hatin koçberkirin bi tundî şermezar dikin. Em kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi hurmet û rêz bi bîr tînin.

Ev jenosîd li ber çavên cîhanê pêk hat, lê mixabin civaka navneteweyî bi piranî bêdeng ma. Bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin, bi awayekî sîstematîk destdirêjî li wan hat kirin û di bazarên koleyan de hatin firotin. Hê jî bi hezaran jin û zarok winda ne; ev yek di wijdanê mirovahiyê de birîneke kûr e. Bêdengiya cîhanê ev trajedî hîn girantir kir. Li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê, tenê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û YPG/YPJ’ê bûn hêza parastinê û gelê Êzidî ji ber devê cercereyên qirkirinê xilas kirin. Bi berxwedana wan a dîrokî, jenosîda tevahî ya Êzidiyan hate astengkirin. Em vê berxwedanê bi minetdarî silav dikin, qehreman û pakrewanên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Mixabin, hin hêzên berpirsyarê parastina Şengalê, di dema êrîşan de herêm terikandin û gel bêparastin hiştin. Ev xemsarî karesata li Şengalê kûrtir kir. Îro jî, gefên li ser mafê gelê Şengalê yê xwe bi xwe birêvebirin û xweparastinê berdewam in. Gelê Şengalê dixwaze ku li ser axa xwe jiyaneke xweser ava bike û ji ber vê îradeyê rastî zordariyan tê. Bi destwerdanên derve, hewl tê dayîn ku îradeya wî bê şikandin.

Em wekî KCDK-E’yê careke din bi biryardarî dibêjin: Têkoşîna parastina bawerî, nasname, ziman, çand û axa gelê Êzidî têkoşîneke rewa ya mafê mirovan e. Dewleta Iraqê, raya giştî ya herêmî û cîhanî divê piştgiriya vê têkoşîn û berxwedanê bike. Daxwazên gelê Şengalê ne bi zordariyên derve, divê bi diyalog û çareseriyên demokratîk bên nirxandin. Civaka navneteweyî divê ji bo darizandina tawanbarên jenosîdê û dîtina jin û zarokên windabûyî gavên berbiçav bavêje.

Em ji gelê Şengalê re dibêjin: Hûn ne tenê ne! Bang li gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê dikin ku xwedî li Şengalê derkevin. Parvekirina êşa gelê Êzidî û piştgirîkirina têkoşîna wan pîvana rûmeta mirovahiyê ye. Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), sazî û hêzên navneteweyî dikin ku statûya Şengalê nas bikin û rê li ber komkujî û fermanên nû bigirin. Her wiha em daxwaz dikin ku Kurdistanî, dostên Kurdan û hemû mirovahî li dora Şengalê xelekek ji hevgirtinê ava bikin û li dijî planên qirêj ên li ser Êzidiyan têkoşîna xwe xurt bikin. 11’emîn salvegera Jenosîda Şengalê: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin!"