BI DÎMEN

Elewiyan li ber NY’ê bang kirin: Em kirdeya veguherîna aştî û demokratîk in!

Rêxistinên Elewiyan li ber Ofîsa NY’ê ya li Cenevreya Swîsreyê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daxuyanî dan û gotin, “Em kirdeya veguherîna aştî û demokratîk in. Em ê bi vê biryardariyê têkoşîna xwe bidomînin.”

DAXUYANIYA ELEWIYAN

Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropayê (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewiyên Demokratîk (DAKB) li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê daxuyanî dan çapemeniyê. FEDA û DAKB’ê helwesta xwe ya li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ragihandin. Saziyên Elewiyan diyar kirin ku ew ne tenê çavdêrê pêvajoya çareseriyê ne, di heman demê de kirdeya damezrîner in û wiha gotin: “Aştî cemek e; bi daxwaza gelan û wijdanê tê damezrandin.”

Rêxistinên Elewiyan di daxuyaniyên hevdem ên ku li Cenevre ya Swîsreyê, Parîs a Fransayê û Hamburg a Elmanyayê hatin dayîn de diyar kirin ku veguherîna aştî û civaka demokratîk tenê bi beşdariya wekhev a hemû gelan û bi rûbirûbûna rastiyên dîrokî dikare pêk were. Berdevka FEDA’yê Songul Aslan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevre ya Swîsreyê axivî û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo di 27ê Sibatê de ragihandibû.

BÊYÎ ELEWIYAN WÊ AŞTÎ KÊM BE

Songul Aslan diyar kir ku nîqaşa destûra nû divê ne tenê rêziknameyek teknîkî ya sermayeyê be, divê peymanek civakî ya dîrokî ya li ser daxwaza gelan ava bibe. Songul Aslan li ser komîsyona ku tê plankirin di bin banê Meclîsê de were damezrandin rawestiya û got, "Pêvajoya aştiyê divê ne tenê di navbera partiyên siyasî de, bi beşdariya jinan, ciwanan, civakên baweriyê û gelên bindest were meşandin. Bêyî Elewiyan wê aştî kêm be."

‘EM GELÊN DAMEZRÎNER ÊN VÊ AXÊ NE’

Di daxuyaniya hevpar a FEDA û DAKB’ê de hat destnîşankirin ku Elewî di dîrokê de bi awayekî sîstematîk rastî înkar, asîmîlasyon û komkujiyan hatine. Hat gotin ku gelê Elewî yek ji gelên qedîm û damezrîner ên erdnîgariyê ye. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e; ew qebûlkirina rastiyê, razîbûna gelan û wijdana cemê ye."

9 XAL

Di daxuyaniyê de, daxwazên gelê Elewî yên derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di bin neh xalan de ji raya giştî re hatin ragihandin:

1. Divê hemwelatîbûna wekhev û mafên kolektîf bi destûrî werin misogerkirin.

2. Divê Qanûna Tekke û Zewiyeyan were betalkirin; divê Cemxane bibin cihên îbadetê.

3. Serokatiya Karûbarên Diyanetê were betalkirin; meclîseke gel an jî encûmeneke baweriyan were damezrandin.

4. Divê dersên olî yên mecbûrî bên rakirin; perwerde divê laîk, zanistî û li ser bingeha zimanê dayikê be.

5. Divê ziman û rîtuelên Elewiyên Kurd werin parastin û li qada gelemperî bi awayekî azad bên jiyîn.

6. Divê arşîvên komkujiyên wekî Dersim, Koçgirî û Mereşê bên vekirin; lêborînek fermî bê xwestin û sûcdar bên darizandin.

7. Divê talankirina xwezayê bê rawestandin; cihên pîroz bên parastin.

8. Divê temsîliyeta demokratîk were misogerkirin; hevserokatî were naskirin û dawî li sepana qeyûman were anîn.

9. Divê mafê Elewiyên girtî yê hevdîtina bi rêberên xwe yên baweriyê re bi destûrî were misogerkirin.

BANGA RÊBER APO BANGEKE DÎROKÎ YE

Di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya daxuyaniya Rêber Apo ya ku dibêje; “Beşdarbûna hemû beşên civakê di pêvajoyê de pir girîng e” û hate gotin ku saziyên Elewiyan bi xurtî bersiv dane vê bangê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “Xizmeta ji bo aştiyê tê wateya têkoşîna ji bo maf û rastiyê" û anîn ziman ku ew ê wêderkirina gelê Elewiyan a ji pêvajoyê qebûl nekin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê destûra nû ne li ser metneke teknîkî be, divê li ser bingeha razîbûna gelan û daxwaza gelan be. Saziyên Elewiyan peyama "Em daxwazên xwe li ser kesî ferz nakin; lê em kirdeya damezrîner ê veguherîna aştî û demokratîk in. Em ê bi vê biryardariyê têkoşîna xwe bidomînin."

Hat ragihandin ku saziyên Elewî di çarçoveya bernameya de wê sibê li bajarên Dortmund û Frankfurt ên Elmanyayê û Viyana yê Awûstûrya jî daxuyanî werin dayîn.