NÛ BÛ

Li Ewropayê bîranînên Şengalê: Daxwaza statuyê ya Êzidiyan rewa ye

Di çalakiyên bîranînê yên li gelek navendên Ewropayê de Qirkirina Êzidiyan careke din hate şermezarkirin. Di çalakiyên bi pêşengiya jinan de ev peyam hatin dayîn, “Qirkirina Êzidiyan wê bê hesab nemîne” û “Bila statuya xweseriya Şengalê were naskirin.”

Bi wesîleya salvegera komkujiya ku DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî Şengalê pêk anî, li Elmanya, Fransa, Awusturalya, Swîsre û Hollandayê çalakî hatin lidarxistin.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li pêşiya Stadyuma ST. Paulî çalakiya bîranînê hate lidarxistin û qirkirina Êzidiyan hate şermezarkirin. Meclîsa Gel a Demokratîk a Hamburgê jî piştgirî da çalakiyê û gelek caran dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Şengalê” hatin berzkirin.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre find hatin pêxistin û qurnefîl hatin danîn. Zelal Êzidî ku di çalakiyê de axivî, diyar kir ku berpirsyar hîna jî nehatine cezakirin û wiha got, “Şengalî hîna jî di bin gefê de jiyan dikin. Hêzên wan ên xweparastinê ku li dijî vê gefê hatiye avakirin heye. Ji ber vê yekê divê statuya xweser a Şengalê were naskirin.”

PARÎS

Li banliyoya Viliers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Parîsê meş û bîranîn hate lidarxistin. Di meşê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Piştî çalakiyê postera Rêber Apo hate vekirin û berxwedana li dijî DAÎŞ’ê hate silavkirin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî Xezal Dilara, Serokê Giştî yê Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) Mele Şevket Çakir û Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Fevziye Erdemîr di çalakiyê de axivîn û diyarkirin ku ew ê nehêlin ku komkujiya Êzidiyan were jibîrkirin.

LINZ

Li bajarê Lînz ê Awusturalyayê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bîranîn hate lidarxistin û êrîşên DAÎŞ’ê bi her aliyên xwe ve hate nirxandin. Çalakî bi pêşanda sînevîzyonê destpê kir û berxwedana jinên Êzidî derket pêş.

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Azad Ozgur Ermen axivî û destnîşan kir ku qirkirin ne tenê gelê Êzidî, di heman demê de gelê Kurd jî hedef digire û wiha got, “Civaka azad ku bi pêşengiya jinê pêş ket, hate hedefgirtin.”

LI SWÎSREYÊ BÎRANÎNÊN BI HEMWEXTÎ

Bi wesîleya  salvegera 11'emîn a komkujiya ku DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li hemberî civaka Êzidî kir, li gelek bajarên Swîsreyê çalakiyên bîranînê yên bi hemwextî hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) ve hatin lidarxistin de ne tenê trajediya hate jiyîn, di heman demê de berxwedana ku li dijî vê qirkirinê pêk hat û paradîgmaya ku Rêber Apo pêşkêşî gelan kir, derket pêş.

BERN

Li bajarê Bernê ji aliyê Meclîsa Jinan a Zenda ve li Dêra Musterplaffformê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de wêneyên şervan û sivîlên ku hatin qetilkirin, hate hilgirtin.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Zenda, Gulîstan Sadon axivî û wiha got, “Hesabê komkujiyên li Şengalê teqez wê were pirsîn. Em hemû şehîdên xwe yên ku ked dane vê têkoşînê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Bîranîn bi helbest û pêxistina findan bi dawî bû.

SOLOTHURN

Bîranîna li Solothurnê ji aliyê Komuna Jinan a Pinar ve li lokala CDK’ê hate lidarxistin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku DAÎŞ ne tenê çete ye, avaniyeke ku bi piştgiriya hêzên herêmî tevger dike ye.

Endama YJK-S’ê Rûken Demîr wiha got, “Paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo, li dijî vê zîhniyeta hov berxwedana herî xurt afirand. Ev paradîgma ji hemû gelên Rojhilata Navîn re rêya çareseriyê pêşkêş dike.”

Çalakî bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

CENEVRE

Li Cenevreyê ji aliyê Komuna Jinan a Sema Yuce ve çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku divê îradeya gelê Êzidî were naskirin. Hevseroka CDK’ê Naîle Budak wiha got, “Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, jin di bazaran de hatin firotin, lê ev gel ne tenê ye. Hebûna xwe bi têkoşîna xwe ya bi rûmet re didomînin.”

Endama YJK-S’ê Yekbûn Guneş jî diyar kir ku qirkirin sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got, “Daxwaza statuyê mafê dîrokî û hiqûqî ya gelê Êzidî ye.”

Li ser navê FEDA’yê Songul Aslan jî wiha got, “Ev êrîşên sîstematîk ji bo tunekirina jinan bû. Lê jinên Êzidî bi hêzên xwe yên xweparastinê helwestekî dîrokî pêşkêş kirin.”

LUZERN

Bîranîna li Luzernê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê CDK’ê Ercan Guneş diyar kir ku tiştên ku li Şengalê qewîmin ne tenê li dijî Êzidiyan, êrîşa qirkirinê ya li ser hemû gelê Kurd e.

Musa Farisogullari ku li ser navê CDK-S’ê axivî wiha got, “Ev komkujî ne tenê li dijî Şengalê hate kirin, êrîşa li dijî tevahiya Kurdistanê ye. Jin û ciwanên me bêtirs li ber xwe didin. Mezinkirina vê berxwedanê tê wateya azadiyê.”

Çalakî bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

LONDON

Bi wesîleya salvegera 11’an a Qirkirina Şengalê li paytexta Îngilîstan Londonê ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan, Komuna Ciwanan a Şehîd Kînda Zîn û Meclîsa Gelê Kurd ve çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Çalakî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser qirkirin û berxwedanê hate pêşandan. Piştre nûnera Meclîsa Jinan a Jiyan Rozerîn Nisêbîn îşaret bi têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd û berdewambûna di navbera komkujiyan de.

Li ser navê Komuna Ciwanan a Şehîd Kînda Zîn jî Serxwebûn Pirsûs mafê axaftinê girt. Pirsûs nameya Rêber Apo ya ji bo gelê Şengalê xwend û diyar kir ku gel wê her tim bibe parçeyek ji vê berxwedanê.

Piştî axaftinan bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

MANNHEIM

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, Meclîsa Jinên Mannheimê û Meclîsa Gel di salvegera komkujiya Şengalê de bi bernameyekê ferman bibîr xistin. Çalakî bi rêzgirtinê destpê kir û paşê jî hevserokên meclîsê, komkujiya Şengalê şermezar kirin û ev peyam dan: “Em Şengalê ji kesî re nahêlin. Heta ku yek kesê winda jî bimîne, têkoşîna me wê bidome.”

Parêzerê Rêber Apo Omer Guneş, di axaftina xwe de diyar kir ku ev bîranîn ne tenê ji bo bîrkirina rabirdûyê ye, her wiha ji bo xurtkirina bîra neteweyî û nîşandana helwesteke siyasî ye. Guneş destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî êdî neçarî ye û wiha got: “Tiştê ku li Şengalê qewimî, ne tenê li dijî Êzidîyan, lê li dijî hemû Kurdan êrîşek bû. Gelê Kurd vê êşê weke bedenekî yekgirtî hîs dike. Divê ev yekîtiya fikrî di asta siyasî û rêxistinî de jî bê avakirin.”

Nûnerê Înîsiyatîfa Êzidîyên Mannheimê, di axaftina xwe de bîrxist ku beriya êrîşa DAÎŞ’ê Şengal bêparastin hate hiştin û gerîlayên PKKê ji bo alîkariya gel derketin pêş. Nûnerê înîsiyatîfê wiha got: “Zarokên Şengalê îro axa xwe û civaka xwe diparêzin. Banga me ji gelên Ewropayê re ye: Otonomiya Şengal û Rojava nas bikin.”

Nûnerê Komîteya Avakirinê ya Dersimê jî destnîşan kir ku civaka navneteweyî zêde qîmeta berxwedana Kurdan fêm nekir û wiha domand: “Berxwedana Kurdan ne tenê Rojava û Şengal, lê her wiha Ewropayê jî ji komkujiyên mezin parast. Lê dîsa jî statûya Rojava û Şengalê nayê naskirin. Ala Kurdan ev berxwedan e.”

Di çalakiyê de endamên FEDA, TJK-E, KOMAW û Komeleya Kevneşopên Kurdistanê jî beşdar bûn. Çalakî bi nîşandana sînevîzyona li ser Komkujiya Şengalê bi dawî bû.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, bi beşdariya girseyî bernameyek hat lidarxistin. Bi zimanên Îngilîzî û Kurdî daxuyaniyên nivîskî hatin xwendin û komkujiya Şengalê ji raya giştî ya navneteweyî re hate ragihandin. Di çalakiyê de ku bi eleqeyeke mezin a biyaniyan jî hebû, dirûşmên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî berxwedana Kurdistanê” û “Jin, Jiyan, Azadî” hat berzkirin. Çalakî bi axaftina Hevserokê Meclîsa Gel a Den Haagê, Veysî Karakoçan, bi dawî bû.

FREIBURG

Meclîsa Jinên Kurd a Freiburgê û Meclîsa Civaka Kurd, bi heman mebestê mîtînga bîranîn û protestoyî lidarxistin. Di mîtîngê de, li ser navê Meclîsa Civaka Kurd axaftinek hate kirin û komkujiya ku DAÎŞê li dijî gelê Êzidî pêk anî bi tundî hate şermezarkirin. Di axaftinê de hate destnîşankirin ku êşkence û tecawiza li dijî jin û keçên Êzidî ne tenê li dijî Êzidîyan, lê li dijî hemû gelê Kurd êrîşek e.

Li ser navê komên çepgir ên Elman jî axaftinek hate kirin. Di hemû axaftinan de hate gotin ku gelê Şengalê ne tenê ye û gelê Kurd li her deverê li dijî êrîşên bi vî rengî wê berxwedana xwe bidomîne. Çalakî bi axaftina Hevserokê Meclîsa Navenda Civaka Kurd, Salih Hezexî, bi dawî bû.

BERLÎN

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi hevparıya Rêxistina Sîwan ya Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidî (NAV-YEK), Meclîsa Jinên Dest-Dan û Nav-Berlînê, bernameyek bîranînê hat lidarxistin.

Çalakî bi rêzgirtina bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Paşê Berdevka SMJÊ Nûjiyan Gûnay di axaftina xwe de destnîşan kir ku her çendî 11 sal derbas bûbin jî, gelek dewlet hê komkujiya Şengalê nas nakin û got: “Bi taybetî em jinên Êzidî, têkoşîna xwe di asta herî bilind de didomînin. Fermana 74an hê nayê naskirin; ji bo vê yekê divê em bêtir bixebitin.”

Paşê Nure Alkiş axivî û hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Di 11emîn salvegera Komkujiya Şengalê de êşa me hê teze ye. Em kesên jiyana xwe ji dest dan bi hurmet bibîr tînin. Ev ferman bû semboleke baweriyeke pîroz.”

Parêzvana mafên mirovan Marion Broker jî di çalakiyê de axivî. Broker got: “Her çendî 11 sal derbas bûbin jî, êş weke roja yekem teze ye. Em ê ji bo naskirina komkujiyê di asta navneteweyî de têkoşîna xwe bidomînin.” Bername bi mûzîkê dawî bû.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi pêşengiya Komûna Jinên Ronahî û piştgiriya Meclîsa Civaka Demokratîk a Hannoverê mîtîngek hat lidarxistin.

Li Qada Kropcke ya Hannoverê, Kurdistanî û dostên wan hatin ba hev û bi dirûşmên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Şehîd Namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” dengê xwe bilind kirin. Beşdaran daxuyaniyên bi zimanê Elmanî xwendin û belav kirin. Herwiha pankart, al û dovîz bîranîna Komkujiya Şengalê rakirin.

Mîtîng bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê û bi dengê sîrenan dest pê kir. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku bûyera li Şengalê qewimîne ne tenê komkujî ye, qirkirineke ku di dîroka mirovahiyê de cih girtiye. Bibîr hate xistin ku bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, jin hatin dîlgirtin û zarok ber bi rojên tarîtiyê ve hatin kaşkirin.

Di daxuyaniyan de ev peyam derket pêş: “Ev mîtîng ne tenê bîranînek e, her wiha serhildanek û îradeya avakirina paşerojê ye. Xwedîderketina dîrokî ya Rêber Apo ji gelê Êzidî re bingeha îdeolojîk a vê têkoşînê ye. Rabûna jinên Êzidî sembola azadî û ji nû ve jidayikbûnê ye.”

Çalakvanan daxwaz kirin ku statûya Şengalê bê naskirin, komkujî di asta navneteweyî de weke qirkirin bê qebûlkirin û berpirsyar bên darizandin.

SARATOV

Li Herêma Yarşovê ya girêdayî bajarê Saratov ê Rûsyayê, li Mala Kurd bernameyek bîranînê hate lidarxistin. Berpirsê Rêveberiya Otonom a Yarşovê, Mîrza Alî Yusufbov jî beşdarî bîranînê bû. Yusufbov di axaftina xwe de êrîşên DAÎŞ’ê bi tundî şermezar kir.