Yuksel Koç bi şert hate tehliyekirin

Hevserokê berê KCDK-E’yê Yuksel Koç, di rûniştina li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê hate dîtin de bi şert hate tehliyekirin.

YUKSEL KOÇ

Hevserokê berê yê Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksek Koç hate tehliyekirin. Li gorî agahiyên ku ji parêzera Koç, Fatma Sayin hatine bidestxistin; îro di rûnîştina li bajarê Karlsruheyê hate dîtin de biryar hatiye dayîn ku bi şertê ku hefteyê du rojan îmzeyê bide Koç hatiye berdan. Parêzer Fatma Sayin got: ‘’Di temamiya biryara tehliyeyê ya heyeta dadgehê de rewşên takekesî ku muwekilê min ev 35 sal li Elmanyayê dijî, xwedî maf e ku heta hetayê li Elmanyayê rûnê, mayîna hemû endamên malbata wî yên sax a li bajarê Bremenê, navnîşanên xanî û cihên kar ên li Bremenê li ber çavan hate girtin.’’

WEFATA DAYIKA XWE LI EYWANA DADGEHÊ HÎN BÛ

Li gorî agahiyên ku malbata Koç dane ajansa me; Dayika Yuksel Koç a di sala 1937’an de ji dayik bûye, duh li mala xwe ya Bremenê jiyana xwe ji dest daye.  Parêzerê Koç diyar kir ku Yuksel Koç li eywana dadgehê hîn bûye ku dayika wî wefat kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku derheqê siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç de di 20’ê Gulanê de di çarçoveya madeya 129b’yê ya Yasaya Cezayên Elman a têkildarî ‘’emdamtiya rêxistina terorî’’ de ji aliyê Dadgeha Federal a li Karlsruheyê ve biryara girtinê hatibû dayîn û piştre jî ew şandibûn Girtîgeha Bremenê.