Meclîsa Sirgûnên Ewropayê (ASM), derbarê 'Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê' ya ku tê plankirin bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re bê avakirin û tê ragihandin ku ji 51 endaman pêk tê de daxuyaniyek da û daxwazên sirgûnên siyasî yên li Ewropayê dijîn vegot.
Di daxuyaniyê de, hat gotin ku her çend fonksiyona Komîsyonê ne diyar be jî, ew pêwîst dibîne ku daxwazên sirgûnan bigihîne wan. Hat destnîşankirin ku bi deh hezaran sirgûnên siyasî li Ewropayê dijîn, ku hin ji wan 30-40 sal in li sirgûnê ne.
ASM’ê, da zanîn ku hejmara sirgûnan her ku diçe zêdetir dibe û got ku gelek sirgûn hîna bi gefa girtinê re rûbirû ne û li welatên cuda serlêdana penaberiyê dikin.
ASM’ê, anî ziman ku divê rêziknameyên qanûnî werin çêkirin da ku sirgûn bikaribin bi azadî vegerin welatê xwe. Hat destnîşankirin ku divê ev kes bêyî gefên darizandin û girtinê bikaribin vegerin.
ASM’ê, da xuyakirin ku divê dawî li polîtîkayên Interpolê ku wekî amûrek zextê li dijî kesayetên siyasî tê pêkanîn, were anîn. Hat gotin ku hin sirgûn ji ber Bultenên Sor ên ku ji hêla Komara Tirkiyeyê ve hatine ragihandin hatine binçavkirin, lê ji ber nebûna belgeyên pêbawer careke din hatine berdan.
ASM’ê, xwest ku dawî li pêkanînên Interpolê bê anîn û hat gotin ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de divê rewşa sirgûnan bi awayekî qanûnî bê ewlekirin.