‘Divê statuya gelê Êzidî were naskirin’
Înîsîyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê got, “Gelê me yê Êzidî di dîroka xwe de rastî zêdeyî 73 fermanên qirkirinê hat. Lê piştî vê fermana 73’yemîn rêveberiya xwe û parastina xwe ava kir.”
Înîsîyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê got, “Gelê me yê Êzidî di dîroka xwe de rastî zêdeyî 73 fermanên qirkirinê hat. Lê piştî vê fermana 73’yemîn rêveberiya xwe û parastina xwe ava kir.”
Înîsîyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê bi wesîleya salvegera 11’emîn a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê, daxuyaniyek nivîskî da û banga naskirina statuya gelê Êzidî kir.
Daxuyaniya înîsiyatîfê bi vî rengî ye:
“Em wek Înîsîyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê di salvegera 11’emîn a Fermana Şengalê de ku li dijî gelê me yê Êzidî hatî kirin bi tundî şermezar dikin û hemû cangorîyên Êzidxanê bi bîr tînin.
Wek înîsîyatîf em daxwaza edalet û statuyê ji bo gelê mê yê Êzidî û Êzidxanê dubare dikin. Ji bo edalet û statuya Êzidxan em ê berdewam têbikoşin. Piştevanîya me bi jin û gelê me yê Êzidî re wê berdevam be.
Berî niha 11 salan, di 3’yê Tebaxa 2014an de, li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî fermana qirkirina neteweyî ji hêla DAIŞ’ê ve hate kirin. Di vê fermanê de bi hezaran jin û zarok hatin revandin û di bazarên koletiyê de hatin firotin. Ev sûcê qirêj ku li dijî mirovahiyê hatî kirin hêj bi giraniya xwe di bîra me de dijî. Ev yek jî nîşan dide ev ferman di heman demê de qirqirina li dijî jinan e.
Gelê me yê Êzidî di dîroka xwe de rastî zêdeyî 73 fermanên qirkirinê hat. Lê piştî vê fermana 73’yemîn rêveberiya xwe û parastina xwe ava kir. Lê belê tevî ku 11 sal ji ser vê fermanê re derbas bûye, rêveberiya xweser a li Şengalê hêj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî ku qaşo dibêjin em parazvanên nasname û mafên gelan in, nehatiye nasîn û tê xwestin gelê me yê Êzidî bêstatû û bêparastin were hiştin.
Em careke din bi vê daxuyaniyê bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû hêzên navdewletî dikin ku demildest statuya gelê me yê Êzidî nas bikin û ji bo rawestandina êrîşên li ser Şengalê û gelê me yê Êzidî gavên pêwîst biavêjin.
Wek Înîsîyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê em hemû cangoriyên Êzidî û Şengalê bi hurmet bi bîr tînin û piştevaniya xwe ya ji bo gelê me yê Êzidî careke din dubare dikin.”