BI DÎMEN

Li Saratovê civîna li ser salvgera Qirkirina Êzidiyan

Li bajarê Yarşovê ya Herêma Saratovê ya Rûsyayê, bi wesîleya Qirkirina Êzidiyan civîn hate lidarxistin.

Li bajarê Yarşovê ya Herêma Saratovê ya Rûsyayê, bi wesîleya 11’emîn salvegera qirkirina Êzidiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an civînek hate lidarxistin.

Civîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Civîn ji aliyê Berpirsyarê Otonomiya Yarşovê Mîrza Alî Yusufbovê ve hate rêvebirin. Yusuvbov komkujiya li ser Êzidiyên li Şengalê pêk hatî şermezar kir û wiha got, “Di 2014’an dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir, xwestin gelê Kurd tune bikin. Ji bo vê jî ev êrîşa hovane bû sedem ku bi hezaran jin, zarok, malbat werin kuştin, revandin û firotin. Ev tu carî vê qetliamê ji bîr nakin.”

Îsmaîl Yusufbov wiha got, “Ev êrîşa hovane ku li ser gelê me yê Êzîdî hat kirin ne ji rêzê bû. Dixwestin tevahî gelê Kurd di bin qetlîamê de bihêlin. Lê belê Gerîlayên Azadiyê, YPG û YPJ’ê bi hewara gelê me yê li Şengalê ve çûn, şer kirin û wan parastin.”

Tahir Fatoev jî wiha got: “Em qetlîama ku li ser Şengalê de hatî kirin şermezar dikin. Ev qetlîam ji bo gelê Kurd wek rojeke reş e. Ji bo wê jî em Kurdên ku li hemû deverî jiyan dikin, pêwîste em yekîtîya xwe çêbikin ku em tu wexta nehêlin ku di qetlîamê wisa dij mirovî li ser me û gelê me were.”

Her wiha Sultan Yusufbov jî bal kişand ser îdeolojî û fikra Rêber Apo û wiha got, “Rêber Apo gelê Kurd bi fikir û ramanê xwe gihand asta herî jor, gelê Kurd edî bûye xwedî îrade û fikir. Rêber Apo em gihandin asta xwe parastinê eger me nikariba xwe biparasta îro gelê Kurd nedima.”

Civîn bi dirûşmeya “Bijî Rêber Apo”, “ Bijî Şengal” bi dawî bû