BI DÎMEN

Şehîdên 14'ê Tîrmehê û şehîd Şevger li Ravensburgê hatin bibîranîn

Ji bo şehîdên berxwedana 14'ê Tîrmehê û gerîlayê HPG'ê Şevger Rojger ê ku di sala 2019'an de şehîd bû, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Malbata şehîd Şevger û Hevserokê FED-GEL peyamên watedar dan.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ku li bajarê Ravensburg ê Elmanyayê xebatê dimeşîne, ji bo şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û gerîlayê HPG’ê Şevger Rojger (Harûn Sune) ku di 24’ê Hezîrana 2019’an de li Dersimê şehîd bû û di 10’ê Tîrmehê de şehadeta wî hate ragihandin, çalakiyek bîranînê li dar xist.

Nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan û hevserokên FED-GEL’ê beşdarî merasîmê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û axaftin hatin kirin.

Xwişka Şehîd Şevger Rojger, Sidika Sune û pismamê wî Zekî Sune beşdarî bîranînê bûn. Sidika Sune di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Şevger ne tenê şehîdê me ye, ew şehîdê gelê Kurdistanê ye. Ji zarokatiyê ve ji çiyayan hez dikir. Li gundê me bi hezkirina hevalên gerîla mezin bû. Me wî bi zorê vegerand malê, lê wî bi baweriya xwe ya xurt a bi dozê re û bi hesreta azadiyê xeyala jiyana li çiyayan dikir. Şehîdên 14’ê Tîrmehê her tim pêşengiya agirê azadiyê kirine. Şehîd namirin!”

Hevserokê FED-GEL’ê Lokman Hêdil sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got. “Ez di serî de şehîdên 14'ê Tîrmehê û Mazlûm Dogan ê ku xwe ji bo pêşeroja gelê xwe canê xwe feda kirine, şehîd Şevger Rojger û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî silav dikim. Em gav bi gav nêzîkî Kurdistana azad dibin.”