Ji bo Zagros Pîro (Ûgûr Balikçi) ku di 5’ê Hezîrana 2017’an de bi êrîşa dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û di rojên derbasbûyî de şehadeta wî hate ragihandin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Marignanne ya Fransayê şîn hate danîn û piştre merasîma bîranînê hate lidarxistin. Gel eleqeyekî mezin nîşanî serdana şînê da ku di saetên siharê de destpê kir.
Piştî şînê di saet 14:00’an de ji xeynî Zagros Pîro ji bo Munzur Mordem (Kadrî Olaş), Baran Cizîr (Hacî Ertene), Derwêş Kop (Cîhan Îmrak) û Hasan Viyan (Abbas Kerîm Vesek) ku heman salê şehîd bûn, çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Ji bo bîranîna 5 gerîlayan “quncika şehîdan” hate amadekirin.
‘EW Ê RÊYA ME RONÎ BIKIN’
Çalakiya bîranînê bi axaftina vekirinê ya Hevserokê NCKD’ê ya Marignanê Yakup Serhat destpê kir. Serhat wiha got, “Ez sersaxiyê ji malbatên hevrêyên me yên şehîd û gelê me re dixwazim. Ew ê rêya me ronî bikin.”
Endama Komîsyona Malbatên Şehîdan a Arîn Mîrkan Adalet Gimgim jî wiha got, “Axaftina derbarê şehîdan de ji bo me ya herî zehmet e. Hevrêyên Rêber Apo ne ku em bi saya wan li vê derê ne û me beralî vê têkoşînê kirine. Rêber Apo îro jî dibe dengê bindestan. Em ê li dora wî bicivin û hewl bidin bibin layiqê şehîdên xwe.”
TÊKOŞÎNA ME WÊ HETA NASKIRINA STATUYA ŞENGALÊ DEWAM BIKE
Hevserokê Komînên Demokratîk ên Kurdên li Başûrê Fransayê (FKDK-BF) Yilmaz Serhat jî bal kişand ser salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê û wiha got, “Di serî de şehîdên Şengalê hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînim. Divê statuya Şengalê were naskirin, heta ku ev yek pêk were wê têkoşîna me bidome.”
Yilmaz Serhat sersaxî da malbata Zagros Pîro û wiha got, “Em pênc hevalên xwe yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin. Dewletên faşîst di çar parçeyên Kurdistanê de nekarîn vê îradeyê têk bibin. Em soz didin ku em ê xwedî li vê dozê derbikevin.”
Serhat, di dawiya axaftina xwe de di serî de Zîlan (Zeynep Kinaci) Rojger Helîn, Asya, Alî, Erdal, Şahîn, Rojhat, Zîlan, Sara, Tolhildan û Rûken Zelal ên çalakiya fedayî pêk anîn bi bîr anî û wiha got, “Têkoşîna wan wê me ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bibe. Weke ku Serok Apo got, “Yên ku manewiyeta wan nebe, serkeftina wan jî nabe.”
Çalakiya bîranînê piştî pêşendana sînevîzyona li ser şehîdan, bi dirûşmeyan bi dawî bû.