Hunermendên Kurdistanî ji bo xwendin û nirxandina Manîfestoya ku Rêber Apo pêşkêşî Kongreya 12’emîn a PKK’ê kir, li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev civiyan.
Civîn li Navenda Çandê ya Mala Kurda ya li Kolnê pêk hat. Xelîl Xemgîn, Amele, Comerd, Sosin, Xemgîn Bîrhat jî di nav de nêzî 60 hunermend tevlî bûn. Ji hunermendên deng heta govendgeran, ji derhênerên şanoyê heta kedkarên sînamayê, jî helbestvanan heta wênesazan tevlîbûn ji bo bernameyê çêbû.
MANÎFESTO DI DU RÛNIŞTINAN DE HATE XWENDIN
Bernameya ku siharê di saet 11:00’an de destpê kir, bi du rûniştinan bi xwendina beşên ji manîfestoya Rêber Apo destpê kir. Piştî xwendinan nirxandin li ser berhemê hatin kirin.
‘TEVÎ TECRÎDÊ JÎ HILBERANDINA TEORÎK DIDOMÎNE’
Hin hunermendên ku me di navberên bernameyê de bi wan re axivîn, bi bîr xistin ku Rêber Apo 26 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girava Îmraliyê tê girtin û bal kişandin ser têkoşîna teorîk ku ji bo zindîhiştina hêviya azadiyê ya gel didomîne.
Hunermendan wiha gotin, “Rêber Apo bi vê manîfestoyê re ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî perspektîfek nû pêşkêş dike. Ev xebat hem di asta siyasî de û hem jî di asta felsefî de zemînekî pir xurt ava dike.”
‘MANÎFESTO WÊ MEŞA AZADIYÊ MEZIN BIKE’
Hunermendan diyar kirin ku manîfesto ji bo gelê Kurd xala werçerxê ye û wiha gotin, “Manîfestoya 1978’an, leheng û gelê me destanekî 47 salî afirandin. Ev manîfestoya nû jî heman ruhê berxwedanê hildigire. Bingehekî teorîk ku meşa me ya azadiyê kûrtir bike û mezin bike ava dike. Ji ber vê yekê wekî hunermend xwedî derketina vê erka me ye.”