Cenazeyê welatparêz Sînan Çelîk hate veşartin
Li Fînlandiyayê cenazeyê welatparêz Sînan Çelîk (Sînan Dersim) ku di 24’ê Tîrmehê de ji ber nexweşiya xwe jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin.
Li Fînlandiyayê cenazeyê welatparêz Sînan Çelîk (Sînan Dersim) ku di 24’ê Tîrmehê de ji ber nexweşiya xwe jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin.
Li Fînlandiyayê cenazeyê welatparêz Sînan Çelîk (Sînan Dersim) ku di 24’ê Tîrmehê de ji ber nexweşiya xwe jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekî hate veşartin.
Sînan yêk ji welatparêzên pir çalak bû ku ji salên 1990’ an ve li Fînlandîya jiyan dikir û ji bo doza gelê xwe xebat dikir. Sînan hezkiriyê hemû Kurdên Fînlandiya bû. Sînan ji malbatek Elewî bû. Bi qasî du salan bû ji ber nexweşîyekî li berxwe dida. Li di 24 ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da.
Merasîm li dêra Xiristiyanan hate lidarxistin. Dedeyê Elewiyan û meleyê Kurdan tevlî merasîmê bûn û axivîn. Gelek Kurd û hezkiriyên wî jî tevlî bûn. Hevserokê Kongra Gelê Remzî Kartal bi zindî tevlî merasîmê bû û peyama sersaxiyê da.
Hozan Comert û siyasetmedar Cuma Tak jî li merasimê amade bûn û axivîn. Cenazê Sînan Çelîk li goristana Sipoo hate veşartin. Malbata Çelîk spasiya beşdaran kir û banga jiyanîkirina mîrateya “aştî, yekîtî û azadî” yê Sînan Çelîk kir.