Li Marsîlya û Frankfurtê bîranîna Fermana 74’an
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê û Frankfurt ê Elmanyayê di salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê de merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê û Frankfurt ê Elmanyayê di salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê de merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Li Marsîlyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan merasîm hate lidarxistin, êşa qirkirinê ya gelê Êzidî û berxwedana wê car din hate bibîrxistin.
Kurd û dostên wan li qada Vieux Port a Marsîlyayê hatin ba hev û wêneyên şehîdên Şengalê hildan. Hovîtiya DAÎŞ’ê û hêzên li pişt hate protestokirin.
Bernameya bîranînê ji bo bîranîna kesên li Şengalê jiyana xwe ji dest dane, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku êrîşa li Şengalê ne tenê komkujiyek bû, qirkirineke sîstematîk bû ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hedef digirt. Çalakvanan peyama “Ev komkujî wê neyê jibîrkirin û berpirsyar wê hesab bidin” dan.
Di dawiya merasîmê de banga mezinkirina berxwedana li dijî qirkirina li ser gelê Kurd û piştevaniya navneteweyî hate dayîn.
FRANKFURT
Bîranîna li Elmanyayê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd a Amara ya Frankfurt û Navenda Civaka Kurd a Frankfurt hate lidarxistin.
Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Frankfurt hatî lidarxistin, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên hatin kirin de hate destnîşankirin ku hovîtiya ku 3’yê Tebaxa 2014’an qewimî ne tenê li dijî gelê Êzidî, li dijî hebûna gelê Kurd hatiye kirin.
Bang hate kirin ku ji bo Şengalê statuya xweseriyê were naskirin û tiştên qewimîne di asta navneteweyî de weke “qirkirin” bi fermî were qebûlkirin.
Li ser navê FEDA’yê Azîz Tunç axivî. Tunç diyar kir ku êrîşên li ser gelên Elewî û Durzî hîna didomin û bang kir ku ev komkujî demildest bên rawestandin.
Merasîm bi temaşekirina filme “Heza” a li ser komkujiya Şengalê, bi dawî bû.