Li Yewnanîstanê şehîdên 14’ê Tîrmehê û gerîlayê HPG’ê Derwêş Kop hate bibîranîn

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê ji bo şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê û gerîlayê HPG'ê Derwêş Kop ê ku di sala 2017’an de şehîd bû, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd ji bo Şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û gerîlayê HPG’ê Cîhan Îmrak (Derwêş Kop) ê ku di 4'ê Tebaxa 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Çalakî bi tevlîbûna Kurdistaniyên li Atîna û Lavrion û rêveberên Navenda Çanda Kurd pêk hat. Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê despê kir û axaftin hatin kirin.

Xizmên Şehîd Derwêş Kop jî di bîranînê de amade bûn. Xizmê şehîd Kerep Kop di axaftina xwe ya bîranînê de wiha got, “Derwêş hem hevalê min û hem jî xizmê min bû. Endamê malbatê yê herî dihat hezkirin bû. Ev şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye. Ji zarokatiya xwe ve evîndarê çiyayan bû. Bi hezkirina gerîlayan mezin bû. Her tim anî ser ziman ku jiyana azad jiyana herî hêja ye. Şehîdên 14’ê Tîrmehê jî ji bo ku em vê agirê azadiyê pêxin, her tim pêşengiyê kirin. Şehîd namirin!”

Nûnerê Navenda Çandê ya Atînayê jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest.