Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S), di salvegera qirkirina Êzidiyan a ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li Şengal pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand û banga beşdarbûneke xurt di çalakiyên bîranînê de kir.
YJK-S’ê, diyar kir ku hovîtiya 11 sal berê li ser gelê Êzidî hatiye kirin, hîn jî di bîra mirovan de zindiye.
YJK-S’ê got, "Bêhtirî 5 hezar Êzidî - jin, zarok û kal û pîr - hatin qirkirin, bi hezaran hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotin û bûn kole. Bêhtirî 200 hezar kes ji cih û warên xwe hatin derxistin. Ev ne tenê qirkirinek bû; ew qirkirineke plankirî ya li ser gelê Êzidî bû."
YJK-S’ê da xuyakirin ku berxwedana li Şengal û Kobanê ne tenê li dijî DAÎŞ’ê, di heman demê de li dijî hemû êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd bû.
YJK-S’ê got, "Ev xeta berxwedanê, ku li ser bingeha paradîgmaya neteweya demokratîk pêşketiye, veguheriye hêviyek hevpar ji bo jiyanek azad a ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin."
GELÊ ÊZIDÎ NE BI TENÊ YE
YJK-S’ê diyar kir ku ew li kêleka gelê Êzidî ne û ev bang kir, "Di salvegera 11’an a qirkirinê de, em careke din Êzidiyên bi hovane hatine qetilkirin bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê şehîdên Şengalê bi bîr bînin, polîtîkayên qirkirinê yên heyî tehşîr bikin û rêya berxwedanê bişopînin. Zîhniyeta qirkirinê berdewam dike. Bersiva herî bibandor a vê yekê têkoşîna jinan a rêxistinkirî û berxwedana hevbeş a gel e."
ÇALAKIYÊN BÎRANÎNÊ
Bi pêşengiya YJK-S’ê, li gelek bajarên Swîsreyê çalakiyên bîranînê yên berfireh ji bo Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxê têne lidarxistin.
Basel:
Pêşandaneke şanoyî ya ku komkujiyên Şengal û Druz ronî dike, dê roja 3’yê Tebaxê saet di 12:00’an de li ber Dêra Elisabethen were lidar xistin.
Aarau:
Zengilên dêran dê roja Yekşemê bên lêxistin; Bi xebatên dîtbarî wê li kolanan êşa gelê Êzidî bên nîşandan.
Cenevre:
Di 3’yê Tebaxê de, têkoşîna jinên Êzidî ji bo azadiyê dê bi helbest, şano û performansên fîlman were nîşandan.
Zurîch:
Di 3’yê Tebaxê de ji bilî çalakiyek li ber dêrê, pêşangehek sê rojî ya li derve û di heman êvarê de pêşandan û pêşkêşkirina fîlmek li ser Şengalê wê pêk bê.
Bern:
Bîranînek sembolîk bi pankart, pêlavên zarokan û mûman roja Yekşemê saet 13:30’an li Munsterplattformê tê lidar xistin.
Solothurn:
3’ê Tebaxê saet 12:00’an de piştî nîvro, li DKTM’ê çalakiyek bîranînê tê lidarxistin. Komkujî wê bi nîşandina dîmen, helbest û axaftinên bên kirin, were tehşîrkirin. Dîmenên amadekirî dê bi awayekî sembolîk êşa jinên Êzidî nîşan bidin.
Luzern:
Heman rojê saet 15:00’an de li DKTM’ê ya Luzernê wê bernameyek bîranînê bi dîmen ji bo zindîgirtina bîranîna civakî pêk bê.