SALVEGERA FERMANA ŞENGALÊ
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî salvegera 11’emîn a Fermana Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyanî da û banga naskirina statuya Şengalê kir.
Daxuyaniya KCÊ-E’yê bi vî rengî ye:
“Di serî de, em li ser navê hemû sazî û pêkhateyên Civaka Êzidî ya li Ewropa, qirkirina 3’yê Tebaxa 2014'an li Şengalê pêk hatî, bi tundî şermezar dikin. Her wiha, di 11’emîn salvegera Fermana Şengalê de, em hemû cangoriyên fermana 3’yê Tebaxê, Êzidxanê û Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Li ser fermana Şengalê re 11 sal derbas bûn û hê jî Şengal birîndar e û birînên wê nehatine dermankirin. Bi hezaran mirovên bêguneh, çarenûsa wan hê jî ne diyar e. Şengal di bin dorpêçeke giran de ye û ambargoya bi salaye hatiye destpêkirin berdewam e. Di warê navneteweyî de, ji ber berjewendiyên navdewletî, bê helwestî û bê dengiyek heye. Armanca hêzên desthilatdar ewe ku bi hezaran kesên li welatê xwe bûne penaber, hêviyên wan bişkînin û di nava yên vegeriyane Şengalê de jî bêbaweriyê û bêçaretiyê bi pêş bixin. Lê tevî hemû astengiyan jî, civaka me ya li kampên başûr dimîne, vedigerin ser xaka pîroz Şengalê.
Di encama têkoşîna 11 salan de, tevî siyaseta qirkirinê û koçberiyê jî, bersiva civaka me bi pêşengtiya jin û ciwanên Êzidî pergala jiyaneke nû û bi rûmet li ser bingeha Paradîgma Reber Apo ya Civaka Demokratîk tê afirandin. Civaka Êzidî li gorî pêwistiya di warê siyasî, leşkerî, aborî, civakî, rêveberiya xwecihî û hwd de xwe bi rêxistin dike û bi biryardarî ji bo parastina nirxên olî û çandî li hemberî hemû astengiyan li ber xwe dide. Lê, ji bo ku civaka Êzidî bikaribe di nava aramiyê de bijî û Şengal ji nû ve were avakirin, divê berî her tiştî di warê navneteweyî de fermana Şengalê her çiqas ji aliyê gelek dewletan ve wek jenosid hatibe qebûlkirin jî, divê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve fermî were naskirin û hin gavên ber biçav bêne avêtin.
Her wiha, di serî de hikumeta navendî û ya herêmê eger bixwazin bi civaka Êzidî re li hev werin û xwe ji rûreşiya fermana 3’yê Tebaxê azad bikin, divê lêborîna xwe ji civaka Êzidî bixwazin. Disa, divê peymana 9’ê Cotmehê were rawestandin û vîna Êzidiyên li Şengalê eses bê girtin û ev peyman ji nû were serastkirin. Divê statuya Şengalê were naskirin û ji bo avakirina Ṣengalê erkên xwe bînin cih. Wekî din, ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê pêwiste dadgeheke navneteweyî were avakirin û dozê li hin welatên wek Elmanya hatine vekirin, li ser esasê kiryarê li dijî mirovahiyê pêk hatine bêne dadgehkirin. Dîsa, divê ji Êzidiyan jin, ciwan, rewṣenbîr, hunermend û hemû beṣên civakê, li kuderê dibe bila bibe ji bo parastin û xweseriya Ṣengalê bixebite û lê xwedî derkeve. Her wiha, divê civaka Êzidî û saziyên wê, di serî de li Şengalê, li tevahiya Êzidxanê û derveyî welat, banga Rêber Apo ya ji bo Ronesansa Civaka Êzidî esas bigirin û ji bo guhertinên bingehîn bikevin nav seferberiyê.
Em jî wek sazî û pêkhateyên civaka Êzidî ya li qada Ewropa erkê me yê sereke ew e ku em hemû derfetên xwe ji bo naskirin, parastin û avakirina Êzidxanê bi kar bînin. Her wiha, em bang li civaka Êzidî, saziyên civaka Êzidî, gelê Kurd û dostên civaka xwe dikin ku ji bo salvegera fermana 3’yê Tebaxê li gelek navendên Ewropa û bi taybetî li gelek bajarên Elmanya tevlî çalakî û civinên gel bibin.”