Rojnamevan Serkan Demîrel li Elmanyayê hat binçavkirin: Gef û heqaret li min hat kirin

Rojnamevan Serkan Demîrel ku li Swîsreyê dijî, diyar kir ku êvara 1’ê Tebaxê li sînorê Elmanyayê hatiye binçavkirin û rastî muameleên keyfî û neqanûnî hatiye.

Demîrel, dema ji Holandayê ber bi Elmanyayê ve diçû, di derdorê saet 19:00’an de di otobusekê de hat binçavkirin. Demîrel derheqê binçavkirina xwe de agahî bi ANF’ê re parve kir.

Demîrel got ku piştî binçavkirinê ew birin qereqolekê li nêzî Aachenê û polîsekê bi Tirkî jê re gotine ku qedexeya ketina Almanyayê li ser wî heye, lê tu belgeyeke fermî nîşanî wî nehatiye kirin.

Demîrel wiha axivî: “Derbarê min de tu agahdarî nehat kirin. Hevjîna min hemwelatiya Elmanyayê ye, ez gelek caran têm û diçim. Tevî vê yekê jî ez xistim hucreyê. Sedema qedexeyê tenê wekî ‘xebatên rojnamevaniyê’ hat nîşandan û bi vî awayî hat paşguhkirin.”

MAFÊ PARÊZER Û WERGERÊ HAT ASTENGKIRIN

Serkan Demîrel destnîşan kir ku di dema binçavkirinê de nehiştine ku bi parêzer re hevdîtinê bike û werger jî nehatine peydakirin û got: “Piraniya polîsan bi Tirkî diaxivîn û bi şandina Tirkiyeyê û Swîsreyê gef li min kirin.”

Demîreş herwiha got ku nehiştine ew bi malbata xwe re têkiliyê deyne û polîsan şantaj li wî kirine ku heke ew wêne û şopa tiliyên xwe bide, wê dê destûrê bidin ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike.

DAXWAZA PERE Û TEHDÎDA ŞANDINA TIRKIYEYÊ

Demîrel diyar kir ku di dema binçavkirinê de xwestine belgeyekê lê bidin îmzekirin, ku tê de mafê parêzer û agahdarkirina konsolosxaneyê hatibû nivîsandin, lê wî ev belge îmze nekir. Demîrel got ku polîsan ji wî pere xwestine da ku wî bişînin Swîsreyê û wiha got,  “Wan ji nava cûzdana min pere derxistin û kaxezek dan îmzekirin. Belê di belgehê de agahiyên giştî hebûn. Ev hemû muamele bê fatûre û neşefaf bûn.”

ÇEK LI MIN HAT RAKIRIN Û BI DARÊ ZORÊ MIN BIRIN SINOR

Demîrel da zanîn ku sibeya 2’ê Tebaxê derdorê saet 05:00’an polîsan ew birin sînorê Swîsreyê yê li Freiburgê û li wir çek li wî rakirne û bi darê zorê ew neçar kirin ku bi peyatî sînor derbas bike.

Rojnamevan got ku polîsan îdia kirine ku rayedarên Elmanyayê wî wekî “xetere” dibînin, lê tu belgeyeke fermî nîşanî wî nehatiye kirin.

Demîrel wiha got: “Piştî saetên dirêj ên binçavkirinê, min ji qereqola li nêzî Aachenê birin Baden-Badenê, paşê jî Freiburgê. Hin polîsên li vir bi Tirkî diaxivîn û heqaret li min kirin, bi awayekî şermezarî tevgeriyan. Li qereqola Aachenê ji bo şandina min 900 Euro wergirtin, lê tu fatûre an belge nedan.” Demîrel van muameleyan wekî “neqanûnî û korsanî” binav kir.

KEL Û PELÊN MIN ÊN TAYBET BÊDESTÛR HATIN BIKARANÎN

Demîrel herwiha got ku kel û pelên wî yên taybet bêdestûr hatine bikaranîn: “Telefon, komputer û kartên min ên bankê bêdestûr hatin bikaranîn,” wî rexne kir.

EZ GILÎ BIKIM

Serkan Demîrel ku ji sala 2012’an ve li Swîsreyê wekî penaberê siyasî dijî û niha di pêvajoya welatîbûnê de ye, diyar kir ku binçavkirina wî binpêkirina giran a mafên mirovan e û wî got ku “Ez ê ji bo tespîtkirina hemû polîsan û darizandina wan gilî bikim.”

EV NE YA YEKEMÎN E

Ji aliyê din ve di nava polîsên Elmanyayê de gelek polîsên bi eslê xwe Tirk hene. Ev polîs bi provokasyonên li dijî Kurdan têne naskirin. Ew hemû çalakiyên Kurdan ji dewleta Tirk re radigihînin. Polîsên Tirk di heman demê de çalakiyên demokratîk ên Kurdan jî provoke dikin.