Emîne Ocak li bajarên Ewropayê hat bibîranîn

Li sê bajarên Ewropayê ji bo sembola têkoşîna li dijî windakirinan Emîne Ocak çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Sembola têkoşîna li dijî windakirinan û yek ji pêşengên Dayikên Şemiyê Emîne Ocak li bajarên Hamburg ê Elmanya, Rotterdam ê Hollanda û Parîs ê Fransayê hat bîranîn.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Elmanya ji bo Emîne Ocak çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de pankartên "Emîne Ocak nemir e!" û "Hevgirtina bi Dayikên Şemiyê re - Em kujeran nas dikin, winda li ku ne?" hat hilgirtin. Di bîranînê de wêneyên ji kampanyaya Hasan Ocak hatin pêşandan. Bîranînên bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di daxuyaniya li ser navê ICAD’ê hat dayîn de hat diyarkirin ku polîtîkaya windakirinên salên 1990’î ji bo bêdengkirina civakê bûye polîtîkayeke bêdengkirinê. Hat destnîşankirin ku Emîne Ocak di kampanyaya piştî Hasan Ocak ê ku 21’ê Adara 1995’an hat windakirin de roleke girîng lîst û tevî hemû zextan têkoşîna xwe domand.

Di daxuyaniya li ser navê rêxistina ciwanan YS’ê hat kirin de hate gotin ku wan ji berxwedana Emîne Ocak îlham girtine. Beşdarek ku tevlî daxuyaniyê bû got ku naskirina Emîne Ocak ji bo wî cihê rûmetê ye. Endamên malbatê û parêzvanên mafên mirovan jî axivîn û bîranînên xwe parve kirin.

ROTTERDAM

Li bajarê Rotterdama Holandayê, di merasîma ku ji aliyê TSP û VEKSAV’ê ve hate organîzekirin de, rola pêşeng a Emîne Ocak di têkoşîna li dijî windakirinên di binçavkirinê de hate destnîşankirin. Di axaftina ku li ser navê TSP’ê hatî kirin de, girîngiya têkoşîna li dijî windakirinên di binçavkirinê de û kuştinên bêdaraz ên salên 1990’î hate destnîşankirin.  

Hate gotin ku kampanyaya ku Emîne Ocak piştî windabûna kurê xwe Hasan Ocak bi malbata xwe re destpêkiribû, bingeha tevgera Dayikên Şemiyê ava kiriye. Piştî axaftinan, beşdaran tekez kirin ku têkoşîna li dijî windakirinên di binçavkirinê de îro jî berdewam dike.

PARÎS

Li paytexta Fransayê Parîsê, li Meydana Place de Joachim, bi sedan kes ji bo bîranîna Emîne Ocakê, hatin ba hev. Merasîm bi awayekî hevdem a li Meydana Galatasaray a Beyoglûyê re wekî piştgirî hate kirin.  

Beşdaran wêneyên Emîne Ocak û kesên di binçavkirinê de hatine windakirin hildan. Birsel Ocak ji malbata Ocakê jî beşdarî merasîmê bû û hestên xwe parve kir. Bi axaftinên zimanê Tirkî û Fransî dîroka Dayikên Şemiyê û keda Emîne Ocak hate vegotin.  

Piştî merasîmê, li saziya ACTIT’ê nîşandana sînevîzyonê hate kirin. Kesên ku Emîne Ocak nas dikirin bîranînê xwe yên bi wêre anîn ziman. Bername bi muzîkê dawî bû.