EWROPA
Hemû Nûçe
-
NAV-BEL’ê kongreya xwe ya 14’emîn li dar xist
NAV-BEL’ê kongreya xwe ya asayî ya 14’emîn li dar xist û rêveberiya xwe ya nû hilbijart. -
Kaytan û Altûn li Ishojê hatin bibîranîn
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li Ishøjê hatin bibîranîn. -
Îngilistan razemeniyeke mezin li parastinê dike
Hikumeta Îngilistanê ragihand ku ji bo xurtkirina pîşesaziya parastinê wê bi 1.5 milyar sterlînî (Nêzî 1.8 milyar Euro) razemeniyê bike. -
Li Fransayê piştî maçê 559 kes hatin binçavkirin, 2 kes mirin, bi sedan kes birîndar bûn
Li Fransayê şeva Şemiyê piştî fînala Lîga Şampiyonan li seranserî welêt bûyerên tundiyê qewimîn, herî kêm 559 kes hatin binçavkirin û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Polonya ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê çû ser sindoqan
Polonya ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê çû ser sindoqan. Hilbijartin dê ne tenê bandorê li siyaseta navxweyî bike, dê bandorê li pozîsyona welat a li Yekîtiya Ewropayê û siyaseta wî ya li hember Ûkraynayê jî bike. -
Uta û Amara hatin bîranîn
Uta Schneiderbanger û Ekîn Ceren Dogrûak di slavegera 20'emîn a şehadeta xwe de hatin bîranîn. -
Li Bremenê meşa ‘Ji Yuksel Koçe re Azadî’
Kurdistaniyên li Bremenê girtina siyastemdar Yuksel Koç protestokirin û wiha bang li dewleta Elmanyayê kirin, “Li şûna girtina çalakvanên aştiyê pêvajoya aştiyê xurt bike.” -
Li Parîsê li dijî girtîgehên tîpa bîrê greva birçîbûnê ya piştevaniyê
Li Parîsê ji bo girtina girtîgehên bi tîpa S û Y ku bi armanca teslîmgirtina girtiyan hatin vekirin û ji bo xwedîderketina li girtiyên di van girtîgehan de greva birçîbûnê ya piştevaniyê hate destpêkirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Birûsk Kobanê hat veşartin û 2 şehîd hatin bibîranîn
Xelkê kantona Firatê cenazeyê şervanê QSD’ê Birûsk Kobanê (Emar Mislim) veşartin û her du şehîd Botan (Ibrahîm Şawî) û Baran Çiya (Alan Alî) bi bîr anîn. -
Festîvala Çandê ya Dersimê: Li dora banga Rêber Apo bicivin!
Parlementera DEM Partî ya Dersimê Ayten Kordû ku li 15’emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê axivî, bang li hemû beşên civakê kir ku li dora banga Rêber Apo bicivin û civaka demokratîk ava bikin. -
Girtina Yuksel Koç hat protestokirin
Girtina Hevserokê berê yê KCDK-E’yê Yuksel Koç li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat protestokirin. -
15’emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê di roja xwe ya duyan de ye
15’emîn Festîvala Çanda Dersimê ya bi dirûşmeya “Ma ne Xorasan, ma ne Tunceli! Ma Dersim me! (Em ne ji Xorasanê ne û ne jî ji Tunceliyê ne, em ji Dersimê ne), di roja 2’yan de bi panela ‘’Di pirsgirêka jinan de qirkirina zayendî û baweriyê’’ destpê kir. -
Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê derbarê PKK’ê de daxuyanî da
Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê, biryara fesixkirinê û bidawîkirina şerê çekdarî ya PKK’ê weke “Ji bo aştî û ewlehiya herêmê û Tirkiyeyê gaveke girîng” nirxand. Ji bo azadiya Rêber Apo jî berpirsyarî avêt ser milê Tirkiyeyê. -
Siyasetmedarên li dîasporayê piştgirî dan banga Rêber Apo
Endamên KNK'ê biryara PKK'ê ya rawestandina têkoşîna çekdarî û banga Rêber Apo nirxandin û gotin: “Pêşketinên li Rojhilata Navîn rê li ber hewcedariya yekîtiya gelê Kurd û perspektîfa çareseriya demokratîk vekir.” -
15’emîn Mihrîcana Çandê ya Dersimê dest pê kir
15’emîn Mihrîcana Çanda Dersimê bi banga berxwedana li dijî asîmîlasyonê û parastina bîra çandê dest pê kir. -
Polîsên Tirk ji bo beşdarên festîvala Londonê lêpirsîn dan destpêkirin
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê Komeleya Çanda Karkerên Koçber (Gik-Der) a ku 34 sal in xebatên çandî û civakî yên karkerên koçber dimeşîne hedef girt û der barê kesên ku beşdarî Festîvala Parka kevneşopî ya komeleyê bûne lêpirsîn da destpêkirin. -
Siyasetmedarên Kurd: Ji bo Rêber Apo pêvajoyê bi rêve bibe divê azad be
Siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê dijîn bal kişandin ser berpirsyariyên dewletê û destnîşan kirin ku ji bo firsenda aştiyê ji dest neçe divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. -
Ferat Koçak: Qedexeya li ser PKK'ê divê bi dawî bibe
Parlamenterê Die Linke yê Parlamenta Federal Ferat Koçak destnîşan kir ku eger hikumeta Elman piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê, gava destpêkê divê rakirina qedexeya li ser PKK'ê be. -
Remzî Kartal: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê her kes bi berpirsyariyê rabe
Remzî Kartal li ser pêvajoya Kongreya 12'emîn a PKK'ê agahî parve kir û anî ziman ku têkoşîn dewam dike, ji bo avakirina civaka demokratîk divê her kes bi berpirsyariyê rabe. -
Şehîdên Meha Gulanê li Boblingenê hatin bibîranîn
Bi pêşengiya FED-GEL, KOMAW û TJK-E’yê Şehîdên Meha Gulanê li bajarê Boblingen ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Di bîranînê de qala têkoşîna kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hat kirin. -
Şehîdên Meha Gulanê li Parîsê hatin bibîranîn
Şehîdên Meha Gulanê li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê hatin bibîranîn û li ser girêdana têkoşîna azadiyê hat rawestandiin. -
Encamnameya dawî ya 23’yemîn Civata Giştî ya KNK’ê hate weşandin
Encamnameya dawî ya Civata Giştî ya 23’yemîn a KNK'ê, ku di çarçoveya xebatên KNK'ê de çareseriya pirsgirêka Kurd û yekîtiya neteweyî anî rojevê, hat eşkerekirin. -
Heike Geisweid: Divê hikûmeta Elmanyayê destekê bide pêvajoya aştiyê
Seroka MAF-DAD'ê Heike Geisweid, têkildarî serlêdana li Dadgeha Îdarî ya Berlînê ya li dijî qedexeya PKK'ê ya ku ji sala 1993'yan û vir ve li Elmanyayê didome axivî û diyar kir ku wezîfeya hikûmeta Elman a ‘destekkirina pêvajoya aştiyê’ heye. -
Karamûs: Ji bo yekîtiya neteweyî em ê bi dil û can bixebitin
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs destnîşan kir ku di vê demê de ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd wê bi dil û can bixebitin. -
De Sanctis: Bi girtîhiştina muxatab re aştî nabe!
Sekreterê Giştî yê ANPI Fabrizio De Sanctis anî ziman ku divê hikumeta Tirk bi gavên şênber bersivê bide biryara PKK'ê û got, "Divê Birêz Ocalan azad be. Aştî bi girtina muxatab nabe."