BI DÎMEN

Li Londonê di civîna gel de behsa seferberiya civakî hat kirin

Li Londonê banga Rêber Apo ya bi dîmen hate temaşekirin û piştre li ser xeta têkoşîna nû ya Tevgera Azadiya Kurd, rola rêxistinkirî ya gel û seferberiya civakî nîqaş hatin meşandin.

Li Navenda Civaka Kurd a li navçeya Haringey a Londonê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Meclîsa Jinan a Jiyan û Meclîsa Gelê Kurd civînek hate lidar xistin. Di civîna ku gelek kes lê amade bûn de, li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi berfirehî nîqaş hatin meşandin.

Di civînê de pêşî li ser pêvajo û rêbazên têkoşînê axaftin hatin kirin û piştre banga Rêber Apo ya bi dîmen hate temaşekirin. Beşdarên civînê bi baldarî û hestewariyek mezin dîmen temaşe kirin.

Piştre di civînê de li ser xeta têkoşîna nû ya Tevgera Azadiya Kurd, rola rêxistinkirî ya gel û seferberiya civakî nîqaş hatin meşandin. Di nîqaşan de bi taybetî tevlîbûna jin û ciwanan bal kişand.

Civîn bi gerandina govendê ya li ber def û zûrneyê bi dawî bû.