BI DÎMEN

Li Mantes-la-Jolie gava dîrokî hate silavkirin

Li bajarê Mantes-la-Jolie ya herêma Normandiya, merasîma çekberdanê ya 30 gerîlayên azadiyê, hate silavkirin.

GAVA DÎROKÎ

Gava dîrokî ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li bajarê Mantes-la-Jolie ya Herêma Normandiya ya Fransayê bi tevlîbûna zêde ya gel a ji bo merasîmê hate silavkirin. Merasîm di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê de ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hate destnîşankirin ku meha Tîrmehê ji bo gelê Kurd meha şehadet û berxwedanê ye, bal hate kişandina ser berdêlên mezin ên hatine dayîn.

Di axaftinan de bal kişandin ser rola dîrokî ya PKK’ê ya ji bo naskirina hebûna gelê Kurd û rêya azadiyê. Hate gotin ku bi berdêlên hatine dayin zemînê destkeftiyên roja îro hatin amadekirin û ev pêvajo gihiştiye qonaxekî nû.

Di merasîmê de sînevîzyon jî hate temaşekirin.