Şehîd Bawer Serhed li Wuppertalê hat bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Bawer Serhed ê di dema agirbestê de di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, li Wuppertalê hat bibîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Bawer Serhed ê di dema agirbestê de di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, li Wuppertalê hat bibîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Bawer Serhed (Mehmet Aras) ê di 30’ê de di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê hat bibîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk (DKTM) hat lidarxistin. Malbata gerîla Bawer Serhed û Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di bîranînê de Hevserokê DKTM-Wuppertalê Savci Azar axivî. Piştre li ser navê malbata Bawer Serhed, Hasan Aras, li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Alî Konkurt, li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Wuppertalê Harûn Demîrel û endama Meclîsa Jinê ya Viyan Semra Temel axaftin kirin.
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna gerîla Bawer Serhed hat pêşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.