Divê Mehmet Çakas demildest serbest bê berdan

Li Hamburgê ji bo berdana Mehmet Çakas ê ku bi dersînorkirinê ve rûbirû ye, çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ev biryarek siyasî ye û xwestin Çakas demildest bê berdan.

Çalakvanê Kurd Mehmet Çakas (45) ev 2 sal û nîv e li girtîgeha eyaleta Niedersachsena Elmanyayê tê girtin, li hember dersînorkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê çalakî tên lidarxistin. 

Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Hamburgê li pêşiya Media Parkê  ya Hamburgê daxuyanî hate dayin. Meclîsa Jinan a Rojbîn, Enternasyonelistên Elmanyayê û dostên Kurdan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de wêneyên Mehmet Çakas ê ku li ser nivîsa “Freiheit fur Mehmet Çakas (Ji Mehmet Çakas re azadî)” hatibû nivîsandin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Hamburgê Mazlûm Çewlîg axaftinek kir.

'BIRYARA DERSÎNORKIRINÊ ENCAMA TÊKILIYÊN TIRKIYE Û ELMANYAYÊ YE'

Mazlûm Çewlîg destnîşan kir ku Elmanya bi van polîtîkayan piştgiriyê dide şerê ku ji aliyê Tirkiyeyê tê meşandin û wiha got “Ev biryara dersînorkirinê, bi şênber nîşan dide ku Elmaya piştgiriya Tirkiyeyê dike û dewleta Tirk li hember gelê Kurd şerê qirkirinê dimeşîne.”

‘DI ŞEXSÊ ÇAKAS DE PEYAMÊ DIDIN HEMÛ KURDAN’

Çewlîg anî ziman ku biryara dersînorkirina Mehmet Çakas jiyana wî dixe xetereyê û wiha domand: “Ev tenê ne biryarek derhiqûqî ye di heman demê de biryarek polîtîk e. Divê Çakas demildest were berdan. An berpirsyariya vê wê di stûyê Elamanyayê de be." 

BANGA BEŞDARBÛNA ÇALAKIYA 12’Ê TÎRMEHÊ HATE KIRIN

Çewlîg banga beşdabûna çalakiya ku wê 12’ê Tîrmehê roja Înê seat di 14.00’an de li Ernst-August-Platzê ya Hannoverê were lidarxistin, kir.