Spanya dixwaze welatparezê Kurd Dîkmen radestî Tirkiyeyê bike
Spanya dixwaze welatparezê Kurd Ahmet Dîkmen ku nêzî 30 sal li Mêrdîn, Konya û Stenbolê xebatên siyaseta demokratîk meşand, radestî Tirkiyeyê bike.
Spanya dixwaze welatparezê Kurd Ahmet Dîkmen ku nêzî 30 sal li Mêrdîn, Konya û Stenbolê xebatên siyaseta demokratîk meşand, radestî Tirkiyeyê bike.
Spanya dixwaze welatparezê Kurd Ahmet Dîkmen radestî Tirkiyeyê bike. Welatparêzê Kurd Ahmet Dikmen nêzî 30 salan li Mêrdîn, Konya û Stenbolê di nav xebatên siyaseta demokratîk meşand, lê ji ber 20 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, di sala 2013’an de penaberê Belçîkayê bû.
Dîkmen dema li bajarê Valensiya ya Spanyayê tevî malbata xwe ji mala lê dima derket, ji aliyê polîsên Spanyayê ve hate binçavkirin. Polîsan derbarê sedema binçavkirinê de ti agahî nedan.
Polîsan tevî navnîşana ku Ahmet Dîkmen birîn ji malbatê re gotin jî, Ahmet Dîkmen ne li wê derê bû.
Malbatê Dîkmen serî li 3 cihan dane, lê bersiva “kesekî bi vî navê li vir tune ye” girtine.
Herî dawî li malbatê geriyane û gotine wê Dîkmen teslîmî Tirkiyeyê bê kirin.
Niha jî agahî ji Dîkmen nayê girtin. Malbatê banga hestiyarê kir.