Gerîlayê HPG’ê Harun Sune hate bibîranîn

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê ji bo gerîlayê HPG’ê Harun Sune ê ku li Dersimê şehîd bû, çalakiya bîranînê û şîn hate lidarxistin.

BÎRANÎNA ŞEHÎD

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê ji bo gerîlayê HPG’ê Harun Sune (Şevger Rojger) ku di 24’ê Hezîrana 2019’an de li Dersimê şehîd bû, çalakiya bîranînê û şîn hate lidarxistin. Çalakî li Salona Komaleya Mannheîmê hate lidarxistin.

Gelek Kurdistanî, çalakvanên TJK-E’yê û gaziyên Kurdistanê tevlî şînê bûn. Di bîranînê de quncikekî ji bo wêneyên şehîdên têkoşîna azadiyê hate amadekirin. Li salonê wêneyên Rêber Apo hatin daleqandin.

Xwarinên herêmî pêşkêşî beşdaran hatin kirin. Di tevahiya şînê de kêliyên bi hestiyar hate jiyîn û dilsoziya bi têkoşîna şehîdan re derket pêş.

Di şînê de banga tevlîbûna “Çalakiya Bîrana Şehîdên Meha Tîrmehê û Şehîdên Herêmê” hat kirin ku wê di 20’ê Tîrmehê de li Komaleya Mannheimê were lidarxistin.